06 Hezîran 2016•Rojanekirin: 08 Hezîran 2016
HAKKARÎ
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê piştî 80 rojan, zarokan car din dest bi perwerdeyê kirin.
Li navçeyê ji bo ku aramî û ewlehî pêk bê operasyona ku di 13ê adarê de dest pê kiribû qediya û ji bo demeke qismî derketina derva hat qedexekirin. Piştî vê welatî vegeriyan malên xwe û zarok jî çûn dibistanan.
Zarokên ku car din perwerdeyê dibînin kêfxweş in ku gihîştin mamosteyên xwe û hevalên xwe.
Ji xwendevanan xwendekareka bi navê Havin Zelal Babat ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ew kêfxweş e ku gihîştiye mamoste û hevalên xwe û wiha axivî: "Dema em vegeriyan navçeyê me dît ku gelek mal xirab bûne û hatine şewitandin. Em pir li ber xwe ketin. Di kargeha me de jî çaleke mezin vekiribûn û terorîst ketibûn dundir. Ez dixwazim ji bo kargeha me alîkarî bê kirin."
Harun Durmaz jî got ku ew kêfxweş e ku car din diçe dibistanê û wiha axivî: "Em car din bûyerên wiha naxwazin. Dema derketina derve qedexe bû min her roj li vir dinêhêrî û digot 'gelo çi dibe?" Ji ber vê ez pir xemgîn bûm. Min digot gelo çima wiha bû? Niha ez kêfxweş im ku vegeriyam dibistana xwe."
Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê Servet Canlî jî çû dibistanan û der barê perwerdeyê de agahî hilda.