ANKARA
Xwendekarên zanîngehê yên ku bixwazin di wargehên Lijneya Wargeh û Krediyê de bimînin wê ji îro pê ve heta 17ê tebaxê bikaribin serî li wargehan bidin.
Lijneya Wargehan û Krediyê ya Perwerdeya Bilind a ku girêdayî Wezareta Werzîş û Ciwaniyê der barê mijarê de daxuyaniyek da. Li gor daxuyaniyê, xwendekarên ku zanîngeh qezenc kirin wê ji îro pê ve heta 17ê tebaxa 2015an roja duşemê saet 23.59an li ser navnîşana "www.kyk.gov.tr"yê bikaribin serî li wargehan bidin.
Ji bo ku xwendekar mexdûr nebin û tu pirsgirêk çênebe divê ew di navbera vê demê de li ser înternetê serî li navnîşana "www.kyk.gov.tr" yê bidin.