Şeyma Güven
07 Rêbendan 2026•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2026
Ji bo Ezmûna Tesbîtkirina Asta Agahiyên Zimanên Biyanî (e-YDS 2026/1 Îngilizî) ya ji hêla Serokatiya Navenda Pîvan, Bijartin û Bicîkirinê (OSYM) va wê di 24ê Çileya Paşîn da bê kirin, serîlêdanan dest pê kir.
Li gorî daxuyaniya ku li ser malpera OSYMyê hat weşandin, ezmûna e-YDS 2026/1 Îngilizî wê di 24ê Çileya Paşîn da li Enqere, Stenbol, Îzmir û Edeneyê li avahiyên ezmûnê yên e-Sinavê bê kirin.
Namzet wê heta 15ê Çileya Paşîn li ser malpera OSYMyê ya "sanalpos.osym.gov.tr"yê bikaribin serî li ezmûnê bidin.