27 Adar 2016•Rojanekirin: 27 Adar 2016
ANKARA
Ezmûna Tesbîtê ya Asta Zanebûna Zimanê Biyanî (YDS) hat kirin.
Ezmûna ku OSYM dike, di saet 09.30î da dest pê kir û 2 saet û nîvî (150 deqqe) dewam kir.
Di ezmûna Heyama Biharê ya YDSê da bi zimanê almanî, erebî, bûlgarî, çînî, danîmarkayî, êrmenîkî, farisî, fransizî, gurcîkî, hollandakî, îngilizî, îspanyolî, îtalyankî, japonkî, korekî, lehkî, macarkî, portekîzî, rûmenkî, rûskî, sirpkî, ûkraynakî û yûnankî pirs hatin pirsîn.
Li gor teqwîma ezmûnan a OSYMê encamên YDSya heyama biharê wê di 14ê nîsanê da eşkere bibe.