Wezareta Perwerdeyê ya Neteweyî hefta borî tayîna 15 hezar mamosteyan kir. Di nav van mamosteyan de 9 mamoste jî di beşa Zarava û Zimanên Zindî de hatin tayînkirin.
Wezaretê di 108 beşan 15 hezar mamoste tayîn kir û ji van mamosteyan gelek dest bi wezîfeya xwe kirin.
9 mamosteyên ku di beşa Zarava û Zimanên Zindî de hatin tayînkirin jê 7 dê bi zaravayê kurmancî, 2 kes jî dê zaravayê zazakî li Diyarbekir, Mêrdin, Bîngol û Şirnexê perwerdeyê bidin.
7 Mamosteyên ku wê kurmancî perwerdeyê bidin jê 2 kes wê li Liceya Diyarbekirê wezîfeya xwe bikin. Yên din jî wê li Cizîra navçeya Şirnexê û Nisêbîn û Midyata Mêrdînê wê perwerdeyê bidin xwendekarên xwe. 2 mamosteyên ku dê bi zaravayê zazakî perwerdeyê bidin jî tayîna wan derket Genca navçeya Bîngolê û Kiziltepeya navçeya Mêrdînê.
- 6 meh berê 17 mamosteyên din jî hatibûn wezîfedarkirin
Di îlona 2014an de 17 mamosteyên beşa Zarava û Zimanên Zindî ji bo Wan, Hekarî, Bîngol, Sêrt, Mêrdîn, Diyarbekir, Agirî, Batman û Stenbolê hatibûn tayînkirin.
Bi van mamosteyên nû ve hejmara mamosteyên ku tayîna wan hat kirin gihîşte 26an. Ji 26 mamosteyan jê 21 di beşa kurmancî de, jê 5 jî di beşa zazakî de perwerdeyê didin.
- Mamosteyên din yên ku kurdî dizanin jî tên wezîfedarkirin
Li gor mifredata Lijneya Terbiye û Telîmê xwendekarên dibistana navîn di heftê de 2 saetan wek dersa hilbijartî dersa Zarava û Zimanên Zindî hildidin.
Li hin dibistanên ku hê mamoste lê nehatine wezîfedarkirin mamosteyên din yên beşa wan cuda ye lê kurdî baş dizanin jî tên wezîfedarkirin.
- "Ji ber ku tayîna min çêbû ez pir kêfxweş im"
Mamoste Arif Bingolê ku tayîna wî li Dibistana Navîn a Fahrettîn Onen ya li Midyata navçeya Mêrdînê hat kirin daxuyand ku ew pir kêfxweş e ku tayîna wî hatiye kirin.
Bîngol got ku wî li Zanîngeha Bîngolê di Enstitûya Zarava û Zimanên Zindî de bi kurmancî perwerde dîtiye û wiha axivî:
"Di vê beşê de 6 meh berê tayînkirin çêbibûn. Ji ber ku tayîna min çêbû ez pir kêfxweş im. Înşallah di demeke kin de hevalên me yên din jî bên wezîfedarkirin."