ANKARA
Cîgirserokê Koma AK Partiyê Mahîr Unal ragihand ku der barê tayîna 40 hezar mamosteyan de wan beriya niha li ser mijara verastkirina zagonê bi cigirserokên koma CHP û MHPê re li hev kir û dema ku meclis di 28ê tebaxê de bicive, ew ê vê mijarê çareser bikin.
Unal wiha got: "Cîgirserokê Koma CHPê Akîf Hamzaçebî daxuyanî day û got ku em ê destekê bidin. Em ji xwe li ser vê mijarê disekinin. Mijar hem di pêşnûmaya zagonê torbe de hem jî der heqê vê de pêşniyazek heye. Ji ber vê çendê em ê di 28ê mehê de çareser bikin."