HAKKARİ
Proje bi hîbeya Komîsyona Ewropayê tê meşandin û xwandekarên ku di çarçoweya projeyê de hatin Hakkariyê digel Alîkarê Rektor Prof. Dr. Halît Demîr li taxa dîrokî ya medreseyê geriyan. Xwendekar piştre çûne Zozana Berçelanê û dêra dîrokî ya Koçanîsê. Xwandekaran paşê jî govend girtin.
Prof. Dr. Halît Demîr ji nûçegihanê AAyê re daxuand ku armanca wan ev e ku di çarçoveya projeyê de, xwendekarên Ewropayî û Hakkariyî hev du nas bikin û ji bo aştiya welêt bibin alîkar.
Demîr wiha dewam kir: "Xwendakar hatin ku Colemergê nas kirin. Li herêmê şer û pevçûn hebûn. Piştî pêvajoya çareseriyê ji derveyî welêt gelek lêkolîner, akademîsyen, xwendekar û nûnerên saziyên sivîl ên civakî hatin."
"Pêvajoya çareseriyê"
Demîr got ku divê pêvajoya çareseriyê teqez dewam bike û çi bekevê ser milên kê bîne cih.
Xwandekarên biyanî bajar gelek ecibandin û kêfxweş bûn ku hatin herêmê.