MARDİN
Li Mêrdînê 500 xwendekarên ku li Zanîngeha Artukluyê di Enstîtuya Kurdolojiyê de lîsansa bilind ya bêtez dixwendin, mezûn bûn.
Cîgirê Rektor Dr. Ahmet Erkol, Serokê Enstîtuya Kurdolojiyê Prof. Dr. Qedrî Yildirim, Wezîrê Perwerdehiyê yê Herêma Kurdistana Federal ya Iraqê Îsmet Xalid, rojnamevan Cengîz Çandar, Oral Çalişlar û Bejan Matûr, mamostayên enstîtuyê, malbatên xwendekaran û gelek mêvan beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîmê de Prof. Dr. Qedrî Yildirim axaftinek kir û diyar kir ew gelek kêfxweş e ku îro Enstîtuya Kurdolojiyê yekemîn mezûnên xwe dide. Yıldırım ji Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê xwest ku ev 500 kesên îro mezûn bûn, bike xwedîkar.
Yildirim bal kişand ser girîngiya pêvajoya aştiyê û wiha dewam kir: "Îro zarokeke biçûk jî hay bi pêvajoya aştiyê heye. Xwedê neke heke serkeftî nebe, dê gelek encamên nexweş derkevin. Ev 30 sal bûn xwîn dirijiya. Ev him xwîna kurdan him jî ya tirkan bû. Lê ji Xwedê îro pêvajoyekê dest pê kiriye û him hikûmet him jî BDP di nav de ye. Daxwaza me ev e ku di demeke kurt de pêvajo bigihije encameke baş. Ev 4 meh e pêvajo didome. Bi saya pêvajoyê ne li hêla eskeran slogana "şehitler ölmez" bilind dibe ne jî li hêla muxalefata kurdan slogana "şehîd namirin". Yên ku muxalefetê dikin jî hene. Lê bila her kes bizane ku heke pêvajo baş bi encam nebe, ne kurdolojî dimîne, ne jî tirkolojî."
Yildirim diyar kir ku nirxandinên Fetullah Gulen yên van dawîyan yên der barê pêvajoya çarseriyê de girîng in û weha axivî: Wekî hûn dizanin du meh beriya vê hin rayedarên BDPê çûn serdana Xoce Efendî. Hevdîtineke pirr baş bû. Baş bû heyeta BDPê çû wir. Baş bû hevdîtin rind derbas bû. Xoce Efendî jî daxuyaniyek da. Piştî ku wî jî piştgirî da êdî hê ez ji pêvajoyê biewle bûm."