ERBİL
Serokatiya Komên Eqreba û Tirkên li Derveyê Welêt a ku bi Serokwezîriyê ve girêdayîye bo xwendekarên Iraqî yên ku dixwazin li Tirkiyeyê bixwînin 100 kontenjan vekir.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê berhev kir ji 150 welatî 55 hezar serlêdan hat kirin. Di nav van welatan de kontenjana Iraqê 100 bû. Xwendekarên ku dixwazin li Tirkiyeyê bixwînin eleqeyeke mezin nîşanî vê kontenjanê dan. Ji bo kontenjana 100 kesî ji Iraqê hezar û 500 kesan zêdetir serlêdan hat kirin.
Xwendekarên Iraqî yên ku bi tirkî dizanin herî zêde dixwazin li Tirkiyeyê bixwînin û bi piranî jî beşa endazyarî û tipê hildibijêrin.
Xwendekar ji bo ku çand û rewşa Tirkiyeyê li nêzî xwe dibinîn dixwazin li Tirkiyeyê bixwînin.
Xwendekaran fikrên xwe wiha anîn ziman: "Perwerdeya ku li zanîngehên Tirkiyeyê tê dayîn ji yên welatê me çêtir e. Tirkiye ji her alîyî ve gelek xweş e. Em ê li wê derê pir serkeftî bin."
Serokatiya Komên Eqreba û Tirkên li Derveyê Welêt dixwaze ku îsal bûrs bide 4 hezar xwendekaran. Ji bo xwendekarên lîsansê 500 lîre, ji bo yên lîsansa bilind 750 lîre û ji bo yên ku doxtorayê dikin jî 1000 lîre bûrs tê dayîn.