ANKARA
Wezîrê Zanist, Pîşesazî û Teknolojiyê Nîhat Ergun li gor endeksa Lijneya Lêkolîn Teknolojî û Zanistê ya Tirkiyeyê (TUBÎTAK) diyar kir ku Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilat a Navîn (ODTU), zanîngeha herî pêşeng û nûjen a Tirkiyeyê ye.
Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn (ODTU)yê 86 pûan wergirt û bû yekemînê îsal. Zanîngeha Sabanci bi 85,8 pûanî bû dûyemîn, Zanîngeha Bîlkentê ya Îhsan Dogramacî jî bi 82,7 pûanî bû sêyemîn.
Wezîr Ergun bal kişand ser endeksên zanîngehan û got: "Bernişaneya zanîngehan li gor 23 xalan hatin rêzkirin. Xebatên teknolojiyê, pêşengiyê, lêkolînê, xwedîbûna lîsansa patentê û gelek tiştên din jî di nav de bijartin û qistas li gorê wê yekê hatin kirin."
Ergun wiha pê de çû "Dema ku me endeksê amade kir zanîngehên ku hejmara perwerdekarên wan ji 50yan kêmtir bûn, me tevil qistasê nekir. Di nav 136 zanîngehan de me 50 zanîngeh hilbijart. Zanîngehên ku par giringiyê nedabûn vê xebata me piştî ku me endeksa xwe eşkere kir wan dest bi xebatê kirin. 8 zanîngehên ku par di hilbijaritnê de tunebûn îsal di nav 50 zanîngehên ku hatin hilbijartin de bi cih bûn.
50 zanîngehên ku di nav rêzê de bi cih bûn ev in:
Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn, Zanîngeha Sabanci, Zanîngeha Bîlkentê ya Îhsan Dogramaci, Zanîngeha Bogazîçîyê, Zanîngeha Teknîkî ya Îstanbulê, Enstîtuya Teknolojiyê ya BIlind a Îzmîrê, Zanîngeha Ozyegîn, Zanîngeha Koç, Zanîngeha Teknolojî û Aboriyê ya TOBBê, Zanîngeha Hacettepeyê, Zanîngeha Selçûk, Zanîngeha Gazî, Enstîtuya Teknolojiyê ya BIlind a Gebzeyê, Zanîngeha Egeyê, Zanîngeha Yildizê, Zanîngeha Anadolûyê, Zanîngeha Çûkûrovayê, Zanîngeha Yedîtepeyê, Zanîngeha Çankayayê, Zanîngeha Atilimê, Zanîngeha Ercîyesê, Zanîngeha Suleyman Demîrel, Kocaelî, Bahçeşehîr, Akdenîz, Ankara, Mersîn, Gazîantep, Ûlûdag, Karadenîz, Duzce, Dokuz Eylul, Sutçu Îmam, Firat, Îzmîr Ekonomî, Îstanbul, Ataturk, Nîgde, Fatîh, Melîkşah, Okan, Pamûkale, Işik, Ondokuz Mayis, Kadîr Has, Afyon Kocatepe, Gazîosmanpaşa, Başkent, Eskîşehîr Osmangazî û Zanîngeha Îstanbûl Şehîr.