Hande İlbeyi Canca
13 Mijdar 2024•Rojanekirin: 14 Mijdar 2024
Serokê OSYMyê Prof. Dr. Bayram Ali Ersoy ragihand, Ezmûna Saziyên Hîndekariya Bilind (YKS) wê di 21-22 Hezîrana 2025an da bê kirin.
Ersoy li ser hesabê medyaya civakî ragihand, Salnameya Ezmûnên Navenda Pîvan, Bijartin û Bicihkirinê (OSYM) yê sala 2025an diyar bû û wiha got, "Ji bo hemûyan bi xêr be. Ji bo hemî kesên wê beşdarî ezmûnan bibin serkeftinê dixwazim."
Li gor agahiya ku Ersoy parve kir YKS wê di 21-22 Hezîran 2025an da, KPSS - 2025 Gruba Ayê di 7 Îlon 2025an da, di 13-14 Îlon 2025an da jî testên Têrdariya Qadê yên Gruba Ayê ya KPSS - 2025an wê bên kirin.
Kesên bixwazin dikarin ji ser malpera "https://osym.gov.tr" yê Salnameya Ezmûnên OSYMyê yên sala 2025an bi dest bixin.