Abdullah Tel
19 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 20 Tîrmeh 2016
ANKARA
Lijneya Hîndekariya Bilind (YOK) xwest ku bila bi tevahî hezar û 577 dekanên ku di zanîngehên dewlet û weqfan da bi wezîfene îstifa bikin.
YOKê daxuyanî da û ragihand ku ji hezar û 577 dekanan îstifaya wan hat xwestin.
Hat diyarkirin ku di zanîngehên dewletê da hezar û 176 û di zanîngehên weqfan da jî 401 dekan wezife dikin.