Di çarçoveya protokola di navbera Zanîngeha Dîcleyê û Zanîngeha Dihokê de 30 xwendekarên Zanîngeha Dihokê ev 3 sal in ji bo stajê tên Zanîngeha Dîcleyê. Ji ber ku dê sertîfîqaya qedandinê bidin 30 xwendekarên Zanîngeha Dihokê li hêwana civînê ya serbijîşkiyê merasîm hat lidarxistin.
Serbijîşkê Nexweşxaneyên Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Saît Alan di merasîmê de bi kurdî bangî xwendekaran kir û got ku Zanîngeha Dîcleyê li herêmê zanîngeheke gelek pêşketî ye.
Alan wiha axivî: "Ev 3 sal in hûn li zanîngeha me perwerdehiyê dibînin, em dixwazin ku ev yek berdewam be. Me di maweya stajan de perwerdeyên curbicur dan we û we jî eleqeyeke mezin nîşanî van perwerdeyan da û we jî derfet dît ku di beşa hûn dixwazin de perwerdeyê bibînin. We piştî perwerdeya kurdî û ingilizî ya înteraktîf, we li ser nexweş û maketan perwerdeya tetbiqî jî dît. Hêvîdar im ku ev perwerdeyî kêrî we bê. Ji ber ku me hûn li vir dîtin, em gelekî kêfxweş in. Heta mehekê emê li bajarê Dihokê bûroyekê vekin û em dixwazin ku hûn biçine wê bûroyê jî."
Serokê Koma Xwendekarên Zanîngeha Dihokê Dr. Resûl Sebrî Pîro got ku xwendekaran li zanîngehê maweya xwe yê stajê zehf baş borandin.
Xwendekarên ku ji Zanîngeha Dihokê hatin di beşên wek dahîliye, cerahî, cerahiya kardiyovaskûler, onkolojiya medîkal, jînekolojî, zarok û enfeksiyonê de 15 rojan perwerde dîtin.