Kom li Qada Cûmhûriyetê kom bû û ber bi Midûriya Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr ve meşiyan. Komê beriya daxuyaniya çapemeniyê û çalakiya rûniştinê xwast ku bi Midûrê Bajêr yê Perwerdeya Neteweyî Yuksel Arslan re hevdîtinê bike. Lê hêzên ewlekariyê gotin ev meş bê destûr e û destûr dan ku bi tenê 3 kes bi midûr Yuksel Arslan re hevdîtinê bikin.
Midûr Arslan, Serokê Şaxa Şernexê yê Kurdî-Derê Abdullah Deniz û yên pê re qebûl kirin û hevdîtin pêk hat.
Deniz, di hevdîtinê de got ku kurdî yek ji zimanên ku li welêt herî zêde tên axiftin e û wiha pê de çû: "Bi taybetî jî em dixwazin ku li Rojhilat ji pêşdibistanê heta zanîngehê perwerdehî bi kurdî bê dayîn. Em di vê mijarê de serî li vê meqemê didin."
Midûr Arslan jî diyar kir ku dê vê daxwazê bigihijînin meqemên eleqedar û wiha got: "Di vê mijarê de em nikarin biryarê bidin. Vê biryarê encax hikûmet, wezaret an jî lijneyeke jorîn bide. Lê em ê vê muraceatê teqez bigihijînin wezaretê."
Kom paşê derbasî Qada Cûmhûriyetê bû û li wir çalakiya rûniştinê kir.