Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP) li gor amadehiyên kongreya asayî ya 3emîn li serokatiya bajêr a Diyarbekirê civînek li dar xist.
Endamê Amadehiya Kongreyê ya BDPyê Kamuran Yuksek di civînê de daxuyand ku di heyama nû de navê partiya wan dê bibe Partiya Demokrasiyê ya Herêman.
Yuksek got ku kurtasiya partiyê dê negûhere, lê xebatên ji bo amblema partiyê yên nû dewam dikin.
Yuksek daxuyand ku ji bo ku ew di pêvajoya guherînê ya demokratîk de pêş ve herin, ji nû ve xwe saz dikin û wiha axivî:
"Di 11ê tîrmehê de bi beşdariya delegeyan ve kongreya me dê li Enqereyê çêbibe. Ji bo ku sîstemeke xweser û demokratîk ava bibe BDPyê him civakê perwerde, hişyar û agahdar bike û him jî dê ji bo sîstema xweser a demokratîk di qada siyasetê ya demokratîk de kadroyan bigîhîne bixebite."
Piştî axaftinê civînê bêyî beşdariya çapemeniyê dewam kir.