Konferans li Hêwana Şanoyê ya Şaredariya Mezin a Diyarbekirê du rojan berdewam kir û gelek akademîsyen, nivîskar û nûnerên saziyên civaka sivîl beşdarî konferansê bûn. Sekreterê Giştî yê Weqfa Mezopotamyayê Prof. Dr. Mahmût Tûgrûl danezana encama konferansê eşkere kir.
Tûgrûl got ku pêvajoya çareseriyê bandoreke erênî li ser geşedanên li herêmê dike.
Tûgrûl got ku em piştgiriyê didin pêvajoya çareseriyê û dixwazin ku ev pêvajo biguhere û bibe pêvajoya muzakereyê û da zanîn ku kurd li Rojhilata Navîn dê roleke diyarker bilîzin.
Tûgrûl wiha axivî: "Biryara ku dê kurd di pêvajoya dîrokî de bi awayekî bîrewerî bide dê hem bandorê li ser dahatûya wan bi xwe bike hem jî li ser ya herêmê. Îtifaqa di nav kurdan de girîng e."
Tûgrûl destnîşan kir ku di konferansê de akademîsyenên kurd hatin bal hev û ev gelek watedar e û got ku em wisa difikirin ku di rojên bê de lidarxistina komxebat û konferansên pêşketîtir dê ji bo civaka kurdan gelek baş be.