Serokwezîr Erdogan diyar kir ku li ser vexwendina Cîhangirî piştî 2 salan hatiye Îranê û wiha axivî: "Ev der mala me ya duyemîn e û ji ber eleqe û mêvanperweriyê sipas dikim. Îro me têkiliyên di navbera herdu dewletan de nirxand û gotûbêj kir. Bi taybetî peymanên li ser ticaretê gelek girîng in û ji ber vê hevkariyê kêfxweş im."
Erdogan destnîşan kir ku sala 2012an ji bo herdu dewletan saleke girîng û serkeftî bû û wiha got: "Sala 2012an ji bo herdu welatan bi serkeftî derbas bû. Bi 21,8 milyar dolarî ticaret hatiye kirin. Mixabin di sala 2013an de ev daket 13,5 milyar dolarî, lê armanca me ew e ku di sala 2015an de ev bibe 30 milyar dolar."