Gul bal kişand ser hevkariya di navbera Tirkiye û Îtalyayê de û wiha got: "Aboriya Tirkiyeyê ji bo karsaz û pîşesazên Ewropayê firsendên mezin pêşkêş dike. Ji ber vê jî em ê di Forûma Kar a ku dê sibê were li dar xistin de balê bikşînin ser vê mijarê."
"Divê muzakere bi lez û bez bimeşin"
Serokomar Gul diyar kir ku armanca sereke ya Tirkiyeyê ew e ku di pêvajoya Yekîtiya Ewropayê (YE) de bi serkeftî temamkirina muzakereyan e û wiha axivî: "Armanca me ya sereke bi serkeftî temamkirina muzakereyan e. Heke muzakere bi serkeftî temam bibe, endamtiya tam dê wê demê were rojevê. Lê divê beriya her tiştî muzakere bi lez û bez bimeşin. Ji ber hin sedeman pêvajoya muzakereyan rawestiya, lê hêvî dikim ku hemû astengî ji holê rabin û him ji bo Tirkiyeyê û him jî ji YEyê ev hevkarî bibe mînakeke baş."