Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş der barê bûyerên 1915an de got "Ev travmayeke civakî ye, jêxilasbûna vê travmayê ew e ku em dest bidin destên hev û piştgiriyê bidin hev."
Komeke ku ji Parlementerê HDPyê yê Diyarbekirê Altan Tan, Parlementera HDPyê ya Şirnexê û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Selma Irmak û Hevseroka Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Gultan Kişanakê pêk tê ji Deriyê Mêrdînê ya li Diyarbekirê heta Dêra Ermeniyan a Surp Sarkîsê ya ku xirabe ye, meşiya.
Demirtaş vir der barê bûyerên 1915an de daxuyanî dan û wiha axivî: "Dil dixwest ku me li her derê Tiirkiyeyê , li hemû bajêran, dest bida destê hev ji Edîrneyê heta Ardahanê, ji Trabzonê heta Antalyayê, ji Îzmirê heta Hekariyê hemû bi hev re, li kûçeyan, li qadan bikara şîn bigirta."
Demirtaş helwesta hikûmetê û ya hin parlementeran a der barê mijarê de rexne kir û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Dema cî dihat tu tişt nedima ku we ji Îttihat û Terakkiyê re nedigot, dema cî tê hûn dibêjin ku 'nêrîna Îttihat û Terakkiyê zilm aniye van axan re' lê hikmeta wê çi ye nizanim lê dema mijar tê li ser mijara ermeniyan hûn dikarin ji Enver Enverparêztir, ji Talat Talatparêztir bin. Em li hember vê ecêb dimînin."
Demirtaş diyar kir ku tu kes qetlîamên Enfal û Helepçeyê naxe sitûyê ereban, Sedam di van bûyeran de qetlîam û komkujiyê kir, di mijara naziyan de tu kes qala Almanyayê nake, bûyer wekî bûyereke ku Hîtler kiriye derbasî dîrokê bûye û wiha axivî:
"Li gor nêrîna siyasî ya wê heyamê, li gor nêrîna birêvebirinê ya wê heyamê dikeve ser milê Îttihat û Terakkiyê, em qebûl nakin ku niha derkevin wekî ku hemû kurd û tirk di bin gumanê de ne û divê hesabê bidin tevbigerin û li ser navê tirk û kurdan heqaretê li ermeniyan bikin, em vê yekê rast jî nabînin. Ji ber ku civaka ermeniyan dixwaze ku şîna xwe bigire. Şîngirtin karê dewlet, hikûmet û siyasetê nîne, karê gel e. Em wek gel divê dest bidin destên hev. Civakên ermenî, rûm, suryanî û êzdiyan wextekî li vê axê bi qasî me kêfxweş û şên bûn, bi qasî me zêde bûn, di nav biratiyê de dijiyan û heke em niha nekarin bi hev re şîna wan bigirin dê mirovahiya me kêm bibe. Em dê di mirovbûnê de kêm bimînin."
Demirtaş bangî her kesê ku li Tirkiyeyê dijî kir ku empatiyê bikin û wiha axivî: "Ev travmayeke civakî ye, jêxilasbûna vê travmayê ew e ku em dest bidin destên hev û piştgiriyê bidin hev. Hin tecrubeyên hê jî nîşan didin ku nasname û çandên cuda dikarin bi hev re bi wekhevî bijîn hene. Em jî divê vê li Tirkiyeyê pêk bînin."
Demirtaş pişt re ji bo kesên ku di bûyerên 1915an de mirin Fatîhe xwend. Di çalakiyê de hewle hat belavkirin, dia hat kirin û kulîlk danîn dêrê. Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî jî di nav de hin saziyên civakî yên sivîl û nûnerên komaleyên ermeniyan beşdarî çalakiyê bûn.