Arîkara Serokê Giştî ya Weqfa Arîkariya Mirovahiyê ya Azadî û Mafan (ÎHH) Gulden Sonmezê der barê "Sempozyuma Li Rojhilata Navîn Kurd û Aştî" ya ku dê li Diyarbekirê li dar bixin de got ku "Aştî heke pirsgirêka kurdan bi hemû aliyan ve bê çareserkirin ancax dê mimkûn be. Dê li sempozyumê bê nîqaşkirin ka kîjan çareserî dê piştgiriyê bide aştî û çareseriya pirsgirêkê ya li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn."
Sonmezê der barê "Sempozyuma Li Rojhilata Navîn Kurd û Aştî" ya ku dê li Diyarbekirê li otêlekî bê lidarxistin û du rojan berdewam bike de got ku divê ji bo aştî û çareseriyê bêtir hewl bê dayîn.
Sonmezê got "Me ji bo ku mijar li herêmê, li Tirkiye, Rojhilata Navîn û alema îslamê bêtir û berfirehtir bê fehmkirin, pêşniyaz û pêngavê berbiçav bên nîqaşkirin û pêşniyazan derxînin holê ev sempozyum organîze kir" û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Çareserkirina pirsgirêka kurdan pêvajoyeke dijwar û dirêj e. Bi rawestana çekan derbasî merhaleya herî girîng bûn. Hin xetere û fikar hene. Di hin mijarên krîtîk ên der barê çareseriyê de hêvî hene. Pirsgirêka kurdan her çiqas wekî pirsgirêkeke Tirkiyeyê bê dîtin jî pirsgirêka hemû kurdan û hemû gelên ku li Rojhilata Navîn dijîn e."
Sonmezê destnîşan kir ku çareseriya pirsgirêka kurdan dê gelek encamên girîng ên siyasî, aborî û cudahiyên hiqûqî derxîne holê û got li bendê ne ku sempozyum bandorê li ser biryardiyariya partiyan a di mijara çareseriyê de jî bike.
-"Dê bê nîqşakirin ka dê kîjan cureyê çareseriyê piştgiriyê bide aştiyê"
Sonmezê got ""Aştî heke pirsgirêka kurdan bi hemû aliyan ve bê çareserkirin ancax dê mimkûn be. Dê li sempozyumê bê nîqaşkirin ka kîjan çareserî dê piştgiriyê bide aştî û çareseriya pirsgirêkê ya li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn." Sonmezê da zanîn ku dê di sempozyumê de asta ku pêvajo gihiştiyê û pêngavên ku divê ji bo aştiya mayîn de bên avêtin dê bên nîqaşkirin. Sonmezê axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Em wisa bawer dikin ku divê destûra bingehîn a nû û pênaseya nasnameyê ya di vê destûra bingehîn de, mijarên der barê xurtkirina birêvebiriyên herêmî divê bên nîqaşkirin. Divê ji hemû aliyan ve rewşa aboriyê û mirovahiyê nîşan bidin, li ser polîtîkayên îstihdam, perwerde û ciwaniyê bisekinin, pirsgirêkên di van mijaran de baş bên tespîtkirin û çi rol dikeve li ser milê kî pêşniyazên berbiçav ên çareseriyê divê bên tetbîqkirin."
-"Sempozyuma li Rojhilata Navîn Kurd û Aştî"
Sempozyum dê ji aliyê ÎHHyê ve di 25-26ê nîsanê de li Diyarbekirê bê lidarxistin. Di sempozyumê de dê bi serenavên "Kurd, dîrok, ziman, çand, erdnîgarî, pirsgirêka kurdan, pevçûn, guherîn û veguherîn", "Li erdnîgariyên cuda pevçûnên çekdar ên ku çavkaniya wan etnîk e û pêvajoyên çareseriyê" û "Aştî û Pêvajoya Çareseriyê" rûniştin bên kirin.
Digel Serokê Giştî yê ÎHHyê Bulent Yildirim, namzedê AK Partiyê yê Mêrdînê yê Parlementeriyê Orhan Mîroglu, Parlementerê HDPyê yê Diyarbekirê Altan Tan, Hindekarê Zanîngeha Dîcleyê Doç. Dr. Vahap Coşkun, nivîskar Mufîd Yuksel û Alî Kaçar, Prof. Dr. Muhyîddîn Alî Karadagî, parêzer Yûsûf Serhat Bûcak, ji neviyên Şêx Seîd Abdûlîllah Firat û namzedê serbixwe yê parlementeriyê yê Şanliûrfayê Mehmet Yavûz jî di nav de hin axaftvan dê beşdarî sempozyumê bin.
Hin akademîsyenên ku ji welatên wekî Filipîn, Moro, Çînê û Keşmîrê jî dê di sempozyumê de pêşkêşiyê bikin. Piraniya wan ji derveyî welêt 700 kes ji bo sempozyumê hat vexwendin. Pêşkêşiyên di sempozyumê de dê pişt re bi kurdî, tirkî, erebî, zazakî û îngilizî bikin pirtûk.