Önder Beyter
23 Nîsan 2019•Rojanekirin: 24 Nîsan 2019
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan der heqê çûyîna xwe ya ji Lijneya Giştî ya Meclisê ya bêyî ku axaftina Hevseroka Giştî ya HDPyê Pervin Buldanê guhdarî bike da wiha got, "Ma em çawa dernekevin? Ma em yên ku Sirûda Neteweyî di vê parlamentoyê da naxwînin guhdarî bikin? Ma em yên ku Mehmetên min şehîd dikin guhdarî bikin? Ma em yên ku dikevin milên wan û bi wan ra digerin, yên ku mil didin milên wan guhdarî bikin?"
Serokomar Erdogan ji Lijneya Giştî ya Meclisê ku bi rojeva taybet civiya, bêyî ku axaftina Hevseroka Giştî ya HDPyê Pervin Buldanê guhdarî bike derket.
Erdoganê ku hat Hola Şerefê, li ser gotina rojnamegeran a "Hûn zû diçin" wiha got, "Ma em çawa dernekevin? Ma em yên ku Sirûda Neteweyî di vê parlamentoyê da naxwînin guhdarî bikin? Ma em yên ku Mehmetên min şehîd dikin guhdarî bikin? Ma em yên ku dikevin milên wan û bi wan ra digerin, yên ku mil didin milên wan guhdarî bikin? Heger hûn vê yekê rast dibînin, ez nikarim tiştekî bêjim. Lêbelê ne wijdana min û ne jî karakterê min rê nade min ku ez rihê şehîdên ku bin vê axê da radizên bidim ezabê. Ji berê vê qasê jî ez nikarim van guhdarî bikim."
Herwiha Edogan der heqê êrîşa dijî Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu da jî wiha got, "Li hemberî vê asêbûna xazê ya van mirovan ka tu yê ku da biçî; divê mirov baş bala xwe bide vê yekê û li ser bifikire. Tu wateya wê yekê jî tuneye ku mirov van yekan bike tişta îstismarekê. Ez bixwe jî wekî Serokomarekî, berî ziyareta mala şehîdekî ez ewil pirs dikim: 'Gelo çûyîna min dê wir aciz bike? Ez dibêjim heger dê aciz bike ez neçim'. Heger ez ê dia bikim, em ê li mala xwe bikim."