15 Adar 2016•Rojanekirin: 15 Adar 2016
MOSKOVA
Hat ragihandin ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokê Amerîkayê Barack Obama li ser têlefonê mijara Sûriyê axivîn.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Kremlînê hat dayîn, Pûtîn û Obama li ser mijara sepandina agirbesta qismî û demkî ya li Sûriyê sekinîn.
Li gor daxuyaniyê Pûtîn der barê biryara ku wê ji Sûriyê piraniya artêşa ûris vekişînin da agahî da Obama.
Hat gotin ku Pûtîn gotiye biryar ji bo destpêka hevdîtinên siyasî yên navbera aliyên ku li Sûriyê pev diçin, girîng e.
Di axaftinê da hat gotin, ji bo ku agirbest bidome, alîkarî ji herêmên dorpêçkirî ra were şandin û li dijî komên terorîst têkoşîn were dayîn, kordînasyona navbera Amerîka û Rûsyayê qada leşkerî jî tê da girîng e.