Elif Orhan
08 Hezîran 2018•Rojanekirin: 09 Hezîran 2018
MUŞ
Serokwezîr Yildirim: "
24ê hezîranê qonaxek e, ew wext e ku dê teror bi awayek veneger li kûrahiyên dîrokê winda bibe. Wext e ku mesafeya di navbera dewlet û gel de bi temamî bê girtin."
"Planên mezin ên hêzên emperyal hene. Armanc ew e ku Tirkiyeya ku sîxorteya herêmê, temînata herêmê ye qels bike û kaos û aloziya li herêmê li Filîstin, Sûriye, Iraqê, Yêmenê bêtir geş bike û li ser çavkaniyên herêmê rûnê. Armenc diyar e. Mixabin ku ji bo vê ji îstismarkirina birayên me yên Kurd paş namînin. Çi ye efendim qaşo dê ji bo Kurdan dewletê ava bikin. Ma çi hedê heye ku hûn ji Kurdan re dewletê ava bikin. Kurd û Tirk li axên Anadoluyê bi hezaran sal in bi hev re dijîn. Wekî goşt û neynûkê ne. Dewleta me jî heye, alaya me ya bi hîv û stêr jî heye, welatê me jî heye. Hûn li karê xwe binêrin."
"Ez hêvî dikim ku di demek nêz de mijara rewşa derasayî di rojeve hikûmeta nû de be û ji bo rakirinê li serê biaxivin."
(Awistirya) "Yekîtiya Ewropayê çawa emanetî birêvebirin di vê zihniyetê de, ji welatekî Yekîtiya Ewropayê yê wiha re bê emanetkirin? Ez vê dihlim hêviya teqdîra Ewropayiyan. Ez gelekî meraq dikim yên ku tehamûlê kesên ku ji wan cuda difikirin, baweriya wan ji wan cuda ne nakin dê ji bo pêkanîna vîzyon û hedefên Yekîtiyê çi bikin."