13 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 13 Tîrmeh 2016
ANKARA
Serokwezîr Yildirim:
"Dawî li hebûna rêxistina terorê ya li nav bajaran hat. Nuha li dervayî bajaran, li çolbeyaran bi heman şêweyî heta yek hadîseya terorê nemîne, hemî hêzên me yên ewlekariyê qul bi qul gav bi gav wê li her derê bigerin. Yên ku gel ne rehet bikin, ewlehiya can û malê gel tehdîd bikin, wê hemî hêlînên wan bên rûxandin. Divê mijarê da em bibiryar in."
"Ez bangî reqîbên me yên siyasî dikim, hûn her tim behsa yekîtiya Tirkiyeyê û gelê wê dikin, hûn dibêjin sînorên wê nabe bên gihurendin. Baş e Rojhilatê û Başûrê Rojhilatê Tirkiyeyê bi hev re girtin û parastin qey bi tenê karê AK Partiyê ye? Qada we ya siyasetê rojavayê Enqereyê ye? Her tişt musaît e, rewşa ewlehiyê çêbû ye, aramî û biratî heye. Êdî werin teşkîlatên xwe ava bikin, hûn jî li wir bi dengekî bilind behsa yekîtî, biratî û hevkariya Tirkiyeyê bikin. Alaya xwe veneşêrin, alaya hîv û stêrk derxin û li ser çiyayê Cûdiyê bilind bikin."
"Partiya Demokratîk a Gel, ji bo ku bibe partiya Tirkiyeyê, ji bo ku ji miletê Tirkiyeyê dengan bistîne divê bi eşkereyî li hemberî hemû cureyên terorê bisekine. Lazim e vê jî li hizûra milet bike, bi milet ra parve bike. Heke hûn hê jî herin tevlî merasima cinazeyên endamên rêxistina terorê yên ku bi namerdî însanên bêsûc û guneh dikujin bibin, helbet ewê gelê Tirkiyeyê bersiva ku hûn heq dikin bide we."
"Em herine kudera Tirkiyeyê emê filamaya AK Partiyê bibînin. Em nuha êdî dibêjin bila filamayên din yên mixalefetê jî bên daleqandin. Evê bibe nîşaneya herî mezin ya yekîtî, bihevrayî û ayindeya hevbeş ya Tirkiyeyê. Em amade ne ku divê mijarê da hemî curê piştevaniyê bidin partiyên mixalefetê, tenê em ji wan dixwazin siyasetê li rojhilatê başûr bikin. Ê wê çaxê têkoşîna me ya dijî terorê asan bibe, emê di warê yekîtî û bihevrayiya gel hêj bihêztir bibin."
"Mijara welatîbûnê mixabin hema beredayî tê nîqaşkirin. Der barê vê de daxuyanî hatin dayîn, lê derkete holê ku nêteke nebaş heye, dahatûya sûriyan ne derdê tu kesî ye. Welatîbûn tiştekî ku me kifş kiriye nîne. Ji dîroka mirovahiyê vir ve heye. Welat mirovan wek welatî qebûl dikin û wan ji welatîbûnê derdixin. Qayde, standard û şertên vê hene. Helbet her kesê ku rewşa wan li gor van şertan bin, dibin welatî. Lê yên ku eleqeya wan bi sûcên terorê ve hene, sûcek kirine, an jî bi awayek din li dijî qanûnê tevgeriyane tu caran nikarin bibin welatî."
"Dilê me zengîn e. Me çawa xwarin û nanê vî welatî parve kiribe, ji bo mezinkirina nanê welêt jî heger pêwîst be emê nufûsê jî zêde bikin û hejmara welatiyên xwe pir bikin. Heta em karibin emê xeleka dostayetiyê fireh bikin. Armanca me ev e. Emê li derve û hundir bazinê dostayetiyê berfireh bikin. Me li derva dest pê kir. Têkiliyên me yên digel Rûsya û Îsraîlê normalîze bûn. Ez bawer im wê digel Sûriyeyê jî normalîze bibe. Pêwîstiya me bi vî tiştî heye. Ji bo serkeftina têkoşîna dijî terorê pêwîst e li Sûriye û Iraqê îstiqrar pêk were"
"Di meclisê da jî edelet lazim e. Divê hemû kes bi mafê ku gel daye wan razî bin û li gor wê tevbigerin. Divê ev destûra navxweyî teqez bê guhertin. Bereksê vê ewê xebatên meclisê bêfeyde dewam bikin. Mirov nikare bi vî şiklî dewam bike. Ewê careke din bên bal hev, înşallah wê vê cara dawîn bên bal hev, li ser xeber bidin û li hev du bikin. Dixwazî bila li hev du bikin dixwazî bila nekin. Ya ku ji destê me hat me kir. Êdî bar li ser stûyê me nîne. Daxwaza me ew e ku bên bal hev, bipeyivin, li hev du bikin. Lê li hev du nekin jî tiştekî ku em bikin tune ye. Nabe ev rewş wiha dewam bike, birêva naçe. Lazime vegerin şert û mercên normal."
"Ez pîrozbahiyê li cenabê Bahçeli dikim. Dawetname sitend û îro ji bo îfadedayînê diçe dozgeriyê. Ez bangî serokên din yên mixalefetê dikim ku xwe di engirînin û gel derdixin kolanan. Ji darazê, ji edaleta Tirkî metirsin. Heger hûn mafdar bin, ya ku hûn dixwazin wê bête pê. Bi meydan xwestin ji darazê ra, bi derxistina gel ji kolanan ra hûn ji welêt ra nabin nimûne. Hûn nabin alternatîfa îqtîdarê. Madem wê Tirkiye bibe dewleteke hiqûqê û wê demokrasiya xwe hîn pêşdatir bibe divê hûn bibin nimûne. Hûnê herin cihê ku hûn jê ra hatine dawetkirin û hûnê îfadeya xwe bidin û wesselam."