Cankut Taşdan
06 Hezîran 2023•Rojanekirin: 07 Hezîran 2023
Akîf Çagatay Kiliç wek Serşêwirmendê Serokomar hat tayînkirin û unwana "Balyoz" hilda.
Biryarên der heqê tayînkirinên Serokomar da di Rojnameya Fermî da hatin weşandin.
Li gor biryara ku bi îmzeya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hat weşandin ji bo Serşêwirmendiya Serokomar Akîf Çagatay Kiliç hat tayînkirin.
Ji bo Kiliç unwana "Balyoz" hat dayîn.
Kiliçê ku zimanê Almanî û Îngilîzî zane zewiciye û du zarokên wî hene.
Ji hêla din va li gor biryarnameyê Haluk Gorgun wekî Serokê Pîşesaziya Parastinê û Davut Gul jî wekî Waliyê Stenbolê hat tayînkirin.