Sevim Hatun
15 Hezîran 2017•Rojanekirin: 17 Hezîran 2017
ÎSTANBUL
Ahmet Agirakça, Yusuf Ziya Kavakçi, Ramazan Kayan, Nureddîn Yildiz, Ahmet Taşgetiren, Alî Riza Demircan jî di nav de komeke ku ji akademisyen, nivîskar û giregirên dîn pêk tê, ji bo piştevaniya Serokê Yekîtiya Alimên Misilman ên Dinya û Qeterê Yûsif el-Qeredawî daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo misilman neyên bal hev, nebin yek ji bo bi nîqaşên mezhebî û meşrebê ji hev du biqetin hewl didin û cih dan evan îfadeyan:
"Bûyerên dawî ên der barê Qeterê de nîşan didin ku em derbasî serdemekê din bûn. Tevgerên li dijî Serokê Yekîtiya Alimên Misilman ên Dinya û Qeterê Yûsif el-Qeredawî, alimên îslamê yên derketine pêş, Birayên Misilman (Îxwanî Muslimîn) û Tevgera Berxwedanê ya Îslamî (HAMAS) tên kirin nayên qebûlkirin. Evna neheqî ne, bêexlaqî ye. Ev herdu herekatên pîroz sûcdar dikin; herwiha hemû piştgirên wan jî wekî terorîst û dijmin îlan dikin. Ev tê wê wateyê ku dixwazin hemû kesên li hemberî emperyalîzmê bisekinin ji holê rakin."