ANKARA
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdoganê ku wek Serokwezîrê 12emîn hat hilbijartin wiha got: "Em mecbûr in ku mezin bifikirin. Ji bîr nekin, dinya li me dinhêre, alema Îslamê li me dinhêre. Êdî Tirkiyeya ku rojeva wê tê eşkerekirin tuneye, Tirkiyeya ku rojevê diyar dike heye. Tirkiyeyeke bihêz dê li Rojhilata Navîn bi bandor be."
Serokwezîr Erdogan beşdarî Resepsiyona Salvegera 13emîn a AK Partiyê bû û li vir axivî.
Serokwezîr Erdogan di axaftina xwe de bal kişand ser guherandina destûra bingehîn û destnîşan kir ku di pêvajoya nû de em hewl didin ku di parlementoyê de bibin xwediyê komekê da ku destûra bingêhîn biguherînin, armanca me ev e.
Serokwezîr Erdogan di axaftina xwe de diyar kir ku siyaset tenê di parlementoyê de nayê kirin û wiha got: "Divê baş bê zanîn ku li derveyî parlementoyê jî meriv dikare siyaset bike û gelek tiştan bike. Li ku dibe bila bibe, ferq nake, ez baş dizanim ku mensûbên vê teşkîlatê giringiya vê baş fehm dikin."