DIYARBAKIR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) Mesûd Barzanî parlementerê berê yê Diyarbekirê û Şaredarê berê yê Cizîrê Haşîm Haşîmî ziyaret kir.
Barzanî piştî ziyareta Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, bi heyeta xwe ve çû mala Haşimî ya li navçeya Kayapinarê û bi qederekê bi Haşimî re hevdîtin pêk anî.
Haşîmî di hevdîtinê de kurdî axivî û got navê Barzanî di serî de li Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê hemû deverên ku kurd lê dijîn de navdar e û ew nayê jibîrkirin. HaşimÎ diyar kir ku ziyareta Barzanî ji bo siyaseteke sivîl girîng e û ev siyaset car din pêşî li siyaseta sivîl vedike.
Haşîmî wiha got: "Li Tirkiyeyê ev roj rojên dîrokî ne û destpêka serdemeke nû ne. Ji ber ku em şahidê rojên wiha dîrokî ne, em bi kelecan û bextewar in. Em ji Serokwezîr Erdogan re spasdar in ku ji bo ev pêvajo daye destpêkirin. Em ji Barzaniyê ku nûnerê kevneşopiya 150 salîyî ye û ji hêla hemû kurdan ve tê hezkirin re dibêjin ku "tu bi xêr hatî" û ji bo ku piştgiriyê dide pêvajoya çareseriyê jî em spasiyên xwe jê re pêşkeş dikin. Rojeke xweş û dîrokî ye. Xwedê quwetê bide kesên ku destekê didin pêvajoya çareseriyê.
Barzanî û heyeta wî piştre berê xwe dane navçeya Silopiya Şirnexê ku di deriyê Sînorê Xabûrê re derbasê Iraqê bün.