ERGANÎ
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan li navçeya Erganiya Diyarbekirê beşdarî merasîma vekirinên komî bû û got: "Me li Diyarbekirê bi sê bernameyên vekirina veberhênanên 880 trilyonî û li ser hev bi 30 qeleman berhem û veberhênan da qezenckirin."
Serokwezîr Erdogan got: "Mixabin li vî welatî gelek hunermend, ji bo zimanê xwe, eslê xwe, nasnameya xwe hatin wederkirin, neheqî li wan hat kirin û ji welatê xwe dûr ketin. Yek ji van jî Ahmet Kaya bû. Dema ku ez ketim girtîgehê Ahmet Kaya jî, bi stranên xwe min bi rê kiribû. Bi strana "Şafak Sokerken"ê min bi rê kiribû. Di jiyana min da dilsoziya wî, ya wê rojê cihekî taybet digre. Mixabin Ahmet Kaya di dawiya emrê xwe de ji ber neheqiyê koçê xeribiyê kir û li wir çû ber dilovaniya Xwedê. Sûcê Ahmet Kaya çi bû? Esas sûcê xwe di strana xwe de digot. Çi digot? Diyarbekirî ye. Navê wî Bextiyar e. Sûcê wî tenbûrlêxistin e. Tiştên ku ji dilê wî dihat bi tembûra xwe dianî ziman."
Erdogan got ku êdî Tirkiye guherî ye ü wiha pê de çû: "Di Tirkiyeya nû de kesek ji ber ziman, dîn, mezheb, neteweya xwe tengasiyê nakşîne, nayê wederkirin û neheqiyê nabîne. Tirkiye li hemû welatiyên xwe, yên cihêrengî xwedî derdikeve û herkesî wek hev dibîne."
Erdogan axaftina xwe wiha domand: "Ev terora ji bo çi? Ev xwîn ji bo çi ye? Ev mirin ji bo çi ne? Em çima hatin, em ji bo aşitiyê hatin. Em ji bo hezkirinê hatin. Lewra em bawer dikin ku ev birayên me yên li vir hemû dixwazin ku ev xwîn bisekine. Ji bo wî me pêvajoya çareseriyê da destpêkirin. Em ji ber vê yekê derketine serê rê û dirban.Lê ez tiştekî ji we rica dikim. Em ê bibin yek, bibin bira û bi hev re pêş ve biçîn. Em ê hemû bi hev re bibin Tirkiye. Tirkiyeya hêzdar dê wiha çêbibe."
"Ji kerema xwe re piştgiriyê bidin pêvajoya çareseriyê "
Erdogan behsa binesaziya Erganiyê kir û got ku em dixwazin ku di heyama nû de Erganiyê baştir bibînin û wiha dewam kir: "Em ê ji bo Erganiyeke moderntir û cudatir dest bidin hev. Ez di pêvajoyê de bi taybetî desteka we dixwazim. Ji bo pêşveçûnê, biratiyê destekê bidin me. Ji kerema xwe bi taybetî piştgiriyê bidin pêvajoya çareseriyê. Ger ku Diyarbekir li pêvajoya çareseriyê bibe xweyî encameke cudatir dê derkeve holê. Ji ber vê yekê ez dibejim bila gelê Erganiyê ji me re dia bike û destekê bide me."