VAN
Serokê BDPê yê Giştî Selahaddîn Demîrtaş di bernameyê xwe ye Wanê de ewilî tevî vekirina Jîngeha Jinê bû û ji berpirsyara navendê Necla Bakirê agahî sitand.
Demîrtaş li awahiya şarederiyê ya nû jî geriya û ji bo tevî vekirina komî bibe derbasî kolana Orhan Dogan bû.
Demîrtaş li vir axivî û got ku gelê Vanê ji bo kul û keserên erdhejê derman bike têdikoşe û serkeftinên wan ya hemû dayik, ciwan û gel e.
Demîrtaş axaftina xwe wiha dewam kir:
"Hemû zor û zehmetiyan em ê bi hevdu re ji holê rakin. Hêza me ye herî mezin îradeya gelê me ye. Eger gelê kurd îro li welatê xwe bi rûmed dijîn û ji çand û dîroka xwe fêdî nakin ev di saya têkoşînê de ye.
Hilbijartinên herêmî
Demîrtaş wiha dewam kir:
Gelê Wanê dê bi îradeyê xwe tevbigere û înşellah li Vanê hemû şaredariyan BDPê qezenc bike. Şaredarên jin yên BDPyî dê bibin bernîşanên şaredariyê. Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin Endamên me yên jin. Rêya we hemûyan vekirî be.