DIYARBAKIR
Serokê Giştî yê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selahattîn Demîrtaş, namzedên şaredariyên BDPê yên hin bajaran eşkere kirin.
Serokê Giştî yê BDPê Demîrtaş, di civîna li avahiya bajêr ya partiyê de namzedên şaredariyê dan nasîn. Demîrtaş, di civînê de eşkere kir ku namzedê Şaredariya Mezin a Mêrdînê, parlamenterê serbixwe yê BDPê yê Mêrdînê Ahmet Tirk e.
Demîrtaş, diyar kir ku namzedê Bîngolê Dr. Îlhan Çakabey, namzedê Batmanê Sabrî Ozdemir, namzedê Şirnakê Serhat Kadirhan, namzedê Adiyamanê Erdal Yavaş, namzedê SêrtêTûncer Bakirhan, namzedê Elezîzê Mehmet Ozcan û namzedê Dêrsimê jî Mehmet Alî Bul e.