03 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2016
TBMM
Cîgirserokê Koma CHPyê Ozgur Ozel der heqê banga Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahettîn Demîrtaş a "derkevin qadan" da wiha got, "Ciyê parlementeran ne zindan, Meclis e. Lêbelê beriya ku siyaset bixitime, bangeke bi vî awayî rageşî û hevrikiyê gurr dike. Hêj tiştek neqewimiye û banga derkevin qadan, dema ku em pêvajoya heyî jî bifikirin, pir talûke ye."
Ozelê ji CHPyê daxuyaniya Demîrtaş a, "Bona parlementerên me niyeta wan heye ku tewqûf bikin. Heger vî bikin, bêyî ku li benda telîmatê bimînin, divê herkes li ciyê ku lê ye, derkeve qadan û bi paş da gav nevêje û heya dawiyê li ber xwe bide" ji peyamnerê AAyê ra nirxand.
Ozel destnîşan kir ku demokrasiya Tirkiyê, dîmena desteserkirin û tewqûfkirina parlementran êdî di rabirdoyê da hiştiye û îdia kir ku di Serdema 24an da girtîmayîna parlementeran, eybeke Tirkiyê ye.
Ozgur Ozel bal kişand ku hemû dinya vê pirsgirêkê rexne dike û jixwe pirsgirêk paşê hat çareserkirin û wiha axivî:
"Heger hûn îro meseleya parlementerên girtî ji AKPyê bipirsin, dê vêya bavêjin stûkura dadger û dozgerên Fetullahî. Digel soz dabûn wekî ku dê piştgiriyê bidin pêşnûmaya verastkirina berdana parlementeran da ku ji derva bên dadgehkirin, lêbelê ji vê soza xwe poşman bûn û ji ber hindê hiştin ku vîna gel girtî bimîne. Îro dîsa nîqaşek hatiye ketiye rojevê ku dê parlementer bên girtin. Desteserkirin, tewqûfkirin û binçavkirina parlementerekî dê demokrasiya me sed salî bi paş da bibe. Bi darê zorê desteserkirina parlementerekî ku li ser karê xwe ye, salê 1990î tîne bîra me. Ew dîmena salên 90î bi tu awayî bi kêrî demokrasî û aşitiya navxweyî ya Tirkiyê nehatibû. Ev dîmen hê jî wekî kuleke demokrasiya me dimîne."
Ozel bangî AK Partiyê kir ku heger îhtimaleke bi vî rengî hebe, divê Meclis li hemberî vê, verastkirinên hewce bicih bîne.
Ozel bal kişand parlementerê ku xelkê ew hilbijart û divê ew li Meclisê be, nabe ku beriya sûcê wî bê îspatkirin, wî bavêjin girtîgehê û herwiha pêşniyaz kir ku parlementer bêyî ku bên tewqûfkirin, bira bên darizandin.
Herwiha Ozel got ku desteserkirin û tewqûfkirina parlementran dê di civakê da rageşî û hevrikiyê gurr bike, ji ber hindê jî divê tukes teşebusê tiştekî werganî neke.
- "Banga 'derkevin kuçeyan' pir taluke ye"
Ozel got ku wî bibîr aniye ku heke parlamenter bên binçavkirin an bên girtin di civakê de bûyerên nebaş wê biqewimin û wiha axivî: "Gotinên Demirtaş wan nîşan dide. Lê di dawiyê de du xeletî nabe rastiyek. Mafê berxwedanê ya civakan heye. Lê bangên vî cureyî dibe sedema rageşiyan û dijbûnê. Ji hêla siyasî ve meseleya girtinê bi temamî xelet e. Lê li hember vê hê li holê tiştek tunebe banga derketina kuçeyan û rewşa ku em tê de ne jî pir taluke ye.Di vê mijarê de em ji kesî re nebêjin derkevin kuçeyan. Heta dawiyê em zorê bidin demokrasiyê, Meclisê. Lê dema ku di navbera AKP û HDPê de niqaşa banga derketina kuçeyan çêbû gelek welatiyên me mirin. Ji ber vê herdu alî jî divê zêde hesas tevbigerin. Cihê parlamenteran ne girtîheh in, Meclis e."
- "Xwezî HDP wek partiyeke siyasî sivîl tevbigeriya."
Cigirserokê Koma AK Partiyê Bulent Turan jî got ku herî zêde HDP dixwaze parêzbendiya wan bê rakirin û wiha axivî: "Piştî roja ku hatin Meclisê serî Serokatiya TBMMyê dan ku parêzbendiya wan b^erakirin. Lê dema ku rewş cidî bû, vê carê paşve gav avêtin. Her kes divê rêzê nîşanî hiqûqê bide û alîkariya darazê bike. Xwezî HDP wek partiyeke siyasî sivîl tevbigeriya. Lê mixabin wesayeta Qendîlê qebûl kir û ji dil bû berdevkê terorê. Hevseroka HDPê bi eşkere got ku em pişta xwe didin PYD û YPGê."
Turan ji bo qiyasa Demirtaş a 15ê tîrmehê û derketina kuçeyan wiha axivî: "Ev bi gotina herî hêsan ve hedê xwe nezaniye. Di yekê de gel li hember kesên ku dixwestin serdestiya wan bi dest bixin têkoşîneke qehremanî dan. Ya din de jî li hember darazê berxwedanek heye. Kesekî ku vîna hilbijêran teslîmê terorîstên li Qendîlê kir nikare têkoşîna gelê me ya li hember derbekaran fêm bike. Li hember hemû hişyariyan ev partî têkîliya xwe ji Qendîlê nabire. Daraz na, ev gel wê cezaya vê partiyê bide."
- "Ev daxuyanî bi temamî navtêdaneke xayînî ye"
Cigirserokê Koma MHPê Erkan Akçay jî destnîşan kir ku daxuyaniya Demirtaş pir xelet e û wiha got: "Ev daxuyanî bi temamî navtêdaneke xayînî ye. Ev bang bûyerên 6 û 7ê cotmehê tîne bîra mirov. Ev daxuyanî nîşan dide ku ew û hişmendiya hewldana 15ê tîrmehê wek hev in û dest didin hev."