05 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2016
ANKARA
Lijneya Giştî ya Lijneya Bilind a Dadger û Dozgeran (HSKY) 66 dadger û dozgerên din ên ku di çarçoveya lêpirsîna Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da ji wezîfeyê hatibûn dûrxistin, ji wezîfeyê avêtin.
Herwiha hejmara dadger û dozgerên ku ji wezîfeyê hatin avêtin gihîşt 3 hezar û 456an.
Bi erka 3yemîn madeya Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê da ku di çarçoveya OHALê da hat derxistin da Lijneya Giştî ya HSYKyê 66 dadger û dozger ji wezîfeyê hatin avêtin.
Di çarçoveya lêpirsîna derheqê FETO da, di 24ê tebaxê da 2 hezar û 847 dadger û dozger, di 2yê îlonê da jî 543 dadger û dozger ji wezîfeyê hatibûn îxrackirin.
Herwiha ji 15ê temûzê vir va hejmara dadger û dozgerên ku ji wezîfeyê hatin îxrackirin gihîşt 3 hezar û 456an.