ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu got "(Daxuyaniya der barê Pêvajoya Çareseriyê de) Bi vê daxuyaniyê heyameke nû dest pê kir. Ez wisa bawer dikim ku ev yek çi hewce dike dê her kes wê bike. Di nav HDPyê de di nav parlementerên HDPyê yên ku daxuyaniyê dan û Selahattîn Demirtaşê ku pişt re daxuyanî da de cudahiya nêrînê heye. Ez naxwazim bikevim nav meselaya navxweyî ya partiyeke din lê divê vê mijarê çareser bikin. Divê nebêjin 'Em ê çekan berdin lê...' Bi hinceta çek nayê danîn. Demirtaş divê daxuyaniya ku roja şemiyê hat dayîn provoke neke, divê tu kes provoke neke. Tu kes divê nebêje 'di vê daxuyaniyê de piştgiriya min hindik e' û provokeyê neke."
Davutoglu beşdarî bernameya "Digel Serokwezîr Rojeva Taybet"bû û li vir pirsên der barê pêvajoyê çareseriyê û yên der barê rojevê de bersivandin.
Davutoglu li ser pirsa rojnameger a "Cîgirseroka Koma HDPê Pervîn Bûldan got ku ev beyana Ocalan beyana niyetê ye. Ocalan bangewaziyê piştî ku li ser 10 madeyan li hev bikin dê bike. Civîna ewil a ku lijneya raçavkirinê dê beşdar bibe wekî dîroka mizakereyê bê diyarkirin. Dê wê rojê li ser 10 madeyan nîqaş bikin" Gelo li gor vê daxuyaniyê dê PKK kîngê çek deyne û hûn vê daxuyaniyê çawa dinirxînin?
Davutoglu got ku her tişt eşkere ye û wiha axivî: "Li wir pêşşerteke tune. Yanê dê pêşî li ser 10 madeyan biaxifin û piştre jî li ser mijara çekdanînê. Naxêr xisûseke wiha tuneye. Eksê vê banga ji bo çekdanînê heye û ev bangewazî wekî gaveke dîrokî tê nirxandin. Lê piştî vê ev xisûs heye: Dê li ser wan 10 madeyan biaxifin û siyaseta Tirkiyeyê di çarçoveya van madeyan de bê nirxandin. Xisûsa ku ev 10 made di vê pêvajoyê de girîng in heye."
Davutoglu got ku li gor wan pêvajoya çareseriyê di nav pergalekê de tê birêvebirin, pergaleka wê heye. Serokwezîr Davutoglu destnîşan kir ku pêvajoya çareseriyê bi axafitna Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ku di sala 2005an de li Diyarbekirê kir dest pê kir û wiha dewam kir: "Li gor min merhaleya 2004an merhaleyeke krîtîk bû. Di sala 2013an de teahutên der barê vekişînê de bi cin neanîn lê îardeya me ya di vê mijarê de her dem dewam kir û di serdema serokwezîriya Birêz Serokomarê me Recep Tayyîp Erdogan de bingeheke qanûnî hat çêkirin."
-Divê çek bên danîn
Davutoglu li ser pirsa "Li gor we gelo divê kengê çek bên danîn?" got "derhal bên danîn." Davutoglu piştî vê bersivê got ku divê em cardin venegerin heyama newroza 2013an û wiha pê de çû:
"Di newroza 2013an de ez jî li Diyarbekirê bûm. Hatibû diyarkirin ku dê du nav du mehan de vekişin. Herwiha di serê meha gulanê de jî dest bi vekişînê kiribûn. Lê çi bû gelo? Bûyerên Parka Geziyê qewimîn û bi van bûyeran jî xwestin ku Tirkiyeyê bê îstîkrar nîşan bidin. Di vê heyamê de sekinîn û hin gavên ku bûn sedema rawestandina pêvajoyê avêtin. Wan ew gav avêtin lê me neavêt. Me piştî van bûyeran di 30yê îlonê de bestekên demokratîkbûnê derxist. Di qada çandê de jî dewlemendiya pêvajoyê parast."
Davutoglu wiha dewam kir:
"Dû re kûmpasên di 17 û 25ên meha kanûnê de hatin kirin. Ji ber vê yekê gavên divê me di çarçoveya pêvajoyê de biavêta dereng man. Bangewaziya ji bo çekdanînê ji ber vê yekê dereng ket. Niha em gihiştin vê merhaleyê. Ev merhale merhaleyake girîng e."
Davutoglu got ku piştî ku ji derveyî welêt vegere dê digel kesên ku di nav Lijneya Pêvajoya Çareseriyê de cih digrin re bicivin, gava ku hewce bike dê gav bên avêtin.
Davutoğlu, seçimlere bir demokrasi şenliği içinde gitmeyi istediklerini dile getirerek, halka kimsenin baskı yapmamasını dilediklerini ifade etti. Bu tartışmalardan herkesin kazanacağını aktaran Davutoğlu, seçime giderken her şeyin tartışılabileceği bir ortamın doğmuş olmasının büyük bir kazanç olduğunu dile getirdi. Davutoğlu, şunları kaydetti:
Davutoglu got ku ew dixwazin ku di nav kêf û coşa demokarasiyê de ber bi hilbijartinan ve bimeşin û got dawxaza wan ew e ku tu kes li gelê me zilmê meke. Davutoglu got ku qada demokratîk a ku lê hemû mijar bên nîqaşkirin dê bi kêrî hemû aliyan bê û wiha axivî:
"Li Rojhilata Navîn yekane xebera bi xêr ev e. Lewra Sûriye, Yemen û Irak ji ber şerê etnîk û mezhebî perçe dibe lê li Tirkiyeyê çîroka serkeftinê tê nivîsandin. Divê hemû alî bala xwe bidin ser vê çîroka serkeftinê. Divê hemû kes li gor vê çîroka serkeftinê tevbigerin da ku çîrok bi serkeftin bi dawî bibe. Bi hin çalakî û daxuyaniyan dikarin pêvajoya çareseriyê provoke bikin; lê zehmete mirov cardin bigihîje vê merhaleyê."
"Ez wisa bawer dikim ku ev yek çi hewce dike dê her kes wê bike. Di nav HDPyê de di nav parlementerên HDPyê yên ku daxuyaniyê dan û Selahattîn Demirtaşê ku pişt re daxuyanî da de cudahiya nêrînê heye. Ez naxwazim bikevim nav meselaya navxweyî ya partiyeke din lê divê vê mijarê çareser bikin. Divê nebêjin 'Em ê çekan berdin lê...' 'Lêya' çekdanînê nabe. Demirtaş divê daxuyaniya ku roja şemiyê hat dayîn provoke neke, divê tu kes provoke neke. Tu kes divê nebêje 'di vê daxuyaniyê de piştgiriya min hindik e' û provokeyê neke."
-Ezê ji Hekariyê bidim dest pê kirin
Serokwezîr Davutoglu got ku ew ê ji Hekariyê dest bi mitingên hilbijartinê bike û wiha dewam kir: "Em evîndarên vê axa ne, rem ê li hemû herêmên vê welatê siyasetê bikin. Em li hemû herêman biaxifin, bedela wê çi dibe bila bibe, encama wê çawa dibe bila bibe. Li gor me di nav bera tu herêmên Trikiyeyê de ferq tune ye. Bila qadeke wisa çêbe ku HDP jî karibe li Konyayê li Kayseriyê siyasetê bike. Bila hemû alî karibin derdmê xwe vebêjin."
Davutoglu li ser pirsa gelo "navê dê di sekreteryaya Îmralî û komîteya raçavkirinê de cih bigrin diyar bû an na?" wiha got: "Nav diyar nebûn. Em ê di Lijneya Pêvajoya Çareseriyê de li ser bê mijarê biaxifin. Bi hemî aliyan bişêwirin û li gor wê bigihîjin encamekê. Lewra wekî cara din em naxwazin rewşeke eletewş derkeve holê ku gotin em ê Tirkiyeyê terk bikin lê terk nekirin."