ANKARA
Ji 81 bajaran nûnerên ciwanan hatin Enqereyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu ew li Koşka Çankayayê ya Serokwezîriyê qebûl kirin.
Davutoglu li vir axivî û wiha got: "Bi 42 welatan ra seyaheta bêvîze hebû, piştî ez bûm Wezîrê Karên Derve me ev derxist 72yan. Ez vêga bangî we (ciwanan) jî dikim, li hemû coxrafyaya me bigerin. Li Balkanan bigerin, li Rojhilata Navîn cihê ku pevçûn tunene lê bigerin. Herin Asyaya Navîn, herin Ewropayê. Em bi Rêhewaya Tirkan ra jî biaxivin û ji bo ziyaretên derveyî welêt em ji bo ciwanan erzaniyeke taybet çêkin. Ji bo hemû ciwanên ku diçin derveyî welêt û ziyareta çandî dikin em ê terîfeyeke taybet çêkin înşallah."
Davutoglu wiha bangî ciwanan kir:
"Hûn zarokên welatê azad in. Êdî em ne di heyama yekpartî de ne di heyama derbeyan de ne di heyama cûntayê de ne de heyama 12ê îlonê de ne di heyama 28ê sibatê de nin. Tu tiştek tuneye ku pêşiya we bigre. Dema ku we xeletiyek dît dengê xwe bikin, ji kesî netirsin. Li ku dera dinyayê dibe bila bibe, dema ku zulm li yekî hat kirin, teqez rabin ser piyan."
-"Hişmendiya xwe ya hevpar tu wextî ji bîr nekin"
"Ji we daxwaza me ya herî mezin, dema ku we rûmeta mirovan parast, dema ku hûn wek takekesên azad tevgeriyan, dema ku we tiştek rexne kir, bila her tim standardek hakim bibe. Ji bo vê dîqet bikin û hişmendiya xwe ya hevpar ji bîr nekin."
Davutoglu got "Heke yek bibêje 'em ew in, em jî ewana ne' hemû bi hev ra rabin ser piya, bibêjin 'em tenê em in'. Kî bibêje ku 'Ew elewî ye, ew sunnî ye, ew tirk e, ew kurd e, ew bakurî ye, ev başûrî ye, ew rojhilatî ye, ev rojavayî ye' dest bidin hev û wek 81 bajaran rabin ser piyan."