BITLÎS
Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Kemal Bûrkay bi minasebeta "Meşa Aştî û Azadiyê" ku ji aliyê HAK-PARê ve tê lidarxistin, çû Bitlîsê. Bûrkay der barê sergirtî beşdarbûna Meclisê de wiha got: "Sergirtî beşdarbûna Meclisê pêşketineke baş e. Ji berê de ez qedexeya li ser sergirtinê xelet dibînim."
Bûrkay destnîşan kir ku sergirtî beşdarbûna Meclisê perçeyekî demokrasiyê ye û wiha axivî: "Di dema nîqaşên li ser namzetiya Abdullah Gul a ji bo Serokkomariyê de min nivîseke bi navê 'Jinikeke sergirtî çima nebe Serokkomar?' nivîsîbû. Berê ji ber ku jina wî sergirtî bû tu mêrek nedikarî bibe Serokkomar. Lê divê rê li ber jinên sergirtî jî vebe û bibin Serokkomar. Bi ya min demokrasî ev e. Jina ku bixwaze bila serê xwe bigre, ya bixwazê bila veke. Divê meriv siyaneta wan bigrin. Ev jî perçeyeke demokrasiyê ye. Em ê hînî demokrasiyê bibin. Em ê gav bi gav di vê rêyê de bimeşin."
Pirsgirêka Kurd
Bûrkay diyar kir ku demokratîkbûna Tirkiyeyê û bidestxistina mafê kurdan bi hev re têkildar in û wiha peyivî: "Dema ku pirsgirêka kurd çareser bibe dê rê li ber demokratîkbûna Tirkiyeyê jî vebe. Hetta dê Tirkiye heyamekê derbas bike û em ê paşê bigihîjin aştiyê. Rizgarbûn, demokratîkbûn û aştî zehf girîng in. Heke aştî tunebe, mirov jî bextewar nabin. Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke kevn e. Ji bo polîtîkayên nebaş îro mezintir bûye. Ev pirsgirêk bi tundî û pevçûnê çareser nabe. Partiya me partiyeke aştîyane ye. Pirsgirêk bi rêbazên aştîyane û diyalogê çareser dibin. Em dixwazin bal bikşînin ser vê."