ÎSTANBÛL
Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Adnan Keskîn û Serokê Bajêr yê Îstanbûlê Ogûz Kaan Salici, Şaredarê Şişliyê Mustafa Sarigul di meqamê wî de ziyaret kirin.
Mustafa Sarigul û komeke qerebalix li ber deriyê şaredariyê Keskîn û Salici pêşwazî kirin. Sarigul û Keskîn li vê derê bîstekî sihbet kirin.
Piştre heyet derbasî meqamê Sarigul bû. Piştî wênekişandinê hevdîtinê dest pê kir. Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî çêbû.
Piştî hevdîtinê Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Adnan Keskîn got: "Mustafa Sarigul biryar da ku vegere mala xwe CHPê û em wî pîroz dikin."
Keskîn wiha dewam kir: "Ew niqaşên berê yên ku bûn sedema tirs û xofê li demokratên wekî me nayên. Ji bo Tirkiyeyeke ronî em mecbûr in ku serboriyên xwe yên neyînî ji bîr bikin. Divê ku hevalên me devê xwe ji hev re xwar nekin. Berevajî, ji ber ku em ji vê îqtidara zordar û heramzade xilas bibin divê ku em ji hev hez bikin û em mecbûr in ku qedr û qimeta hev bigrin. Ji ber vê çendê ji bo pîrozkirina siyasetmedarê hêja Mustafa Sarigulê ku vegeriya mala xwe CHPê, em hatin vira.
- "Em ê hemû welatiyên xwe hembêz bikin."
Şaredarê Şişliyê Mustafa Sarigul jî wiha got: "Xwedê destûrê bide em ê digel serokê xwe Adnan Keskîn û serokê xwe yê giştî Kemal Kiliçdaroglu hemû welatiyên xwe hembêz bikin."