Önder Beyter
02 Tebax 2018•Rojanekirin: 02 Tebax 2018
SINGAPUR
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov civiyan.
Çavuşoglu hevdîtinên xwe yên dualî yên di çarçoveya Civîna Wezîrên Karên Derva yên Yekîtiya Neteweyan a Başûrê Rojhilatê Asyayê ya 51emîn ku li Singapurê tê lidarxistin da didomîne.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên dîplomatîk hat wergirtin, Wezîr Çavuşoglu û hamtayê wî yê Ûris Lavrov mijarên hevkariya dualî di serî da li ser Sûriye û geşedanên herêmî rawestiyan.
Çavuşoglu duh ligel Wezîrê Karên Derva yê Endonezyayê Retno Marsudi û îro jî ligel Wezîrê Karên Derva yê Japonyayê Taro Kono û Wezîrê Karên Derva yê Îranê Cevad Zerîf rûnişt.