Türkan Tosun
07 Gulan 2019•Rojanekirin: 07 Gulan 2019
Piştî biryara LHByê ya der barê hilbijartinên Şaredariyê ya Şaredariya Mezin a Stenbolê da Meclisa Partiyê ya CHPyê bi derasayî civiya, civîn xilas bû.
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu duh êvarê bi Lijneya Rêvebiriya Navend ra civînek kiribû.
Li ser banga Kiliçdaroglu Meclisa Partiyê jî îro derasayî civiya.
Ji bo civînê hemû parlamenterên CHPyê jî hatibûn vexwendin.
Ekrem Îmamogluyê mazbataya wî bi biryara LHByê va hatiye betalkirin jî beşdarî civînê bû.
Piştî civînê Îmamoglu daxuyanî da çapemeniyê û got civîn baş derbas bûye û wiha axivî: "Derbeke mezin demokrasiya me hat xistin. Divê em hemû bi hev ra vê pêvajoyê temîr û tedawî bikin. Helbet bertekên me li hember vê pêvajoyê hene. Serokê me yê giştî wê di civîna komê da bi awayekî zelal hemû pêvajoyê eşkere bike. Ez ji gelê me ra, ji Stenbola me ra vê bibêjim; bi rastî her tişt wê pir baş bibe. Emê bi hev ra karên pir baş bikin. Him li ser navê demokrasiyê û him jî li ser navê Stenbolê."
- Boykot tune
Ji hêla din hat ragihandin Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu di destpêka civînê da behsa sazûmaniya LHByê û biryara wê ya der barê "rayên bêmor" ên hilbijartinên berê kiriye.
Hat ragihandin parlamenter û endamên Meclisa Partiyê di civînê da axivîne, hatiye gotin hilbijartin wê neyên boykotkirin, zimanê evîn û hezkirinê wê bê bikaranîn û xebat wê wisa bêne kirin.