Berdevkê Partiyê û Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Beşir Atalay wiha got: "Îro gotegotek heye, tê gotin ku wê 'ciyê wî (Ocalan) bê guherandin.' Tiştekî wisa tuneye û nabe, ciyê Ocalan nayê guherandin, ji ku derket ez jî nizanim."
Atalay li Navenda Giştî ya AK Partiyê civîna çapemeniyê li dar xist û der barê rojevê de pirsên rojnamevanan bersivand.
Atalay li ser pirsa "Tê gotin û nîqaşkirin ku wê di merhaleyên pêş ên pêvajoya çareseriyê de şert û mercên Ocalan biguherin. Di rojeva we de tiştekî wiha heye? Qala girtîgehên Bursa û Sîncanê dikin, wê ciyê wî bê guherandin an na?" wiha got: "Îro gotegotek heye, tê gotin ku wê ciyê wî (Ocalan), girtîgeh bê guherandin. Tiştekî wiha tuneye û nabe, ji ku derket ez jî nizanim."
Atalay li ser pirsa 'wê lijneya merivên aqilmend here Îmraliyê yan na?' destnîşan kir ku di rojên pêş de wê geşedanên pêvajoya çareseriyê derkevin holê.