ÎSTANBÛL
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan li Îstanbûlê beşdarî Civîna Înovasiyonê bû û diyar kir ku girîngiya înovasyonê dizanin û ji bo vê jî him piştgirî dane beşa kamûyê him jî beşa taybet.
Erdogan qala xebatên înovasyonê ku di dema hikûmeta wan de hatine kirin kir û wiha dewam kir: "Di 11 salên ku derbas bûn de bi navbeynkariya TUBÎTAKê me 2 milyar û nîv alîkarî da xebatên Ar-Geyê. Bi vê sayê me peykên xwe çêkirin û pêş ve birin. Me, di qada pîşesaziyê û pîşesaziya parastinê de gelek proje amade kirin."
Cûdatî avantajeke mezin e"
Serokwezîr diyar kir ku di nav 5 salên pêş me de li hemû bajarên Tirkiyeyê dê navendên zanîstê bên vekirin û bal kişand ser Geliyê Sîlîkonê yê Amerîkayê ku gelek zanyarên welatên cuda tê de ne û wiha pê de çû: "Di Geliyê Sîlîkonê yê Amerîkayê de bi tenê ne Amerîkayî, ji gelek welatên cuda zanyar dixebitin. Ji bo pêşveçûna welatê xwe divê em hemû bi hev re bixebitin. Ji bo ku ev erdnigariya ku em li ser dijîn, bibe wek navend lazim e em bi hev re bixebitin û zanîngehên me jî bixebitin. Cûdatî ne dezavantaj e, avantajeke mezin e. Civakeke ku her kes wek hev bifikire nikare fikr û ramanên nû derxe holê. Pir rengî ne feqîrî ye, dewlemendî ye. Civaka ku her kes wek hev bifikire, nikare pêş ve biçe û bibe pêşeng."