Hat ragihandin ku Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu ji bo 4 AK Partiyiyên ku 3 jê jin in û li Sêrtê rastî êrîşê hatin têlefonî Serokê Şaxa Ciwaniyê Murat Ozekîncî kir û gotê derbasî be.
Serokê Şaxa Ciwaniyê yê AK Partiyê Ozekîncî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku Serokwezîr Davutoglu têlefonî min kir. Ozekîncî da zanîn ku Serokwezîr Davutoglu ji bo Seroka Şaxa Ciwaniyê ya AK Partiyê ya Sêrtê Elîf Ekîncî, Endama Şaxa Ciwaniyê Merve Yilmaz, Yeter Tîmurtaş û Şemsettîn Şekerê ku duh bi destê koma li buroya hilbijartinê ya HDPyê hatin derbkirin got derbasî be.
Ozekîncî diyar kir ku 3 jê jin 4 partiyî piştî mitînga ku bi beşdariya Serokwezîr hat lidarxistin rastî êrîşê hatin û wiha axivî: "Serokwezîrê me di axaftina têlefonê de rewşa partiyiyên me pirsî, got ku dê têlefonî hevalên me yên ku rastî êrîşê hatin jî bike û mijarê bişopîne. Em ji ber hesasiyeta wî spasiya Serokwezîrê xwe dikin."
Ozekîncî got ku wek camîeya AK Partiyê bûyerê şermezar dikin.