Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu qal kir ku di vê maweya ku ber bi 7ê hezîranê ve diçin de dibêjin ku 'bila pêvajoya çareseriyê bê merhaleya dawîn, çek bên danîn' lê li hemberî wan eniyek hat avakirin û wiha got "Kiliçdaroglu dipirse 'em çima bi Îsraîlê re dost nînin', Hevserokê HDPyê jî dibêje ku 'Qûdis cihê cihûyan e'. Yek tirkê spî ye yê din kurdê spî, ji halê me fehm nakin."
Davutoglu beşdarî mîtinga ku partiya wî li Qada Beşyolê ya Wanê li dar xist bû û wir axivî.
Davutoglu got ku gelek caran tê Wanê û dema diçe Konyayê çi hîs bike dema tê Wanê jî heman tiştê hîs dike û wiha xeberda: "Şarê Wanê bajarê îrfanê ye. Silav ji Çiyayê Sîpanê ya wekî ku secdeyê dibe ji Rebbê xwe re disekine re. Silav ji birayên menewî yên Yûnûs Emre û Hezretê Mewlana re, silav ji Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî, Ebdûlhekîm Arwasî, Fehîm Arwasî re. Silav ji Bedîuzzemanê ku piştî îşgalê hat vir, ket hiznê û giriya re. Silav ji 120 ciwanên ku ber bi Sarîqamîşê ve meşiyan re. Silav ji wan şehîdê ciwan ên ku gotin 'Wanî me, hem navdar im, şûra min bi xwîn e, gotin û kirinên min yek in, ez girêdayî vî welatî me' re.
-"Du siyaset hene"
Davutoglu got ku li Tirkiyeyê du siyaset hene û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Siyaseteke ku dike yek, tîne bal hev heye yek jî siyaseteke ku dabeş dike, ji hev dûr dixe heye. Ev sedan sal in ku ev têkoşîn berdewam dike. Me li Çanakkaleyê, li Sarîqamîşê vê siyaseta ku dike yek dît. Me şehîdên ku mil bi mil ji bo Banga Mihemedî meşiyan dît. Kesên ku wir meşiyan negotin ka 'tu tirkî, kurdî, sunî yî an elewî yî'. Li Sarîqamîşê, li Çanakkaleyê, Yêmenê ev laya ku ji bo şehadetê meşiya bila danekeve, ji bo ku Banga Mihemedî bê bihîsin meşiyan lê belê pişt re siyasetên ku gel parçe dike derket. Derbeya 26e gulanê bû, hewl dan ku kesên Demokrat Partiyî ji gel dûr bixin. 12ê îlonê qewimî, hewl dan ku kurdan, muhafazakaran, aliyên dîndar derxînin derveyî pergalê. 28ê sibatê qewimî, hewl dan ku xwîşkên me yên sergirtî ji me dûr bixin û em wek AK Partî piştî van hemû siyasetên dabeşker hatin û me got ku 'kî dibe bila bibe, ji kîjan netewe û mezhebê dibe bila bibe hemû mirov ezîz in."
-"CHP çiqas biyaniyê nirxên gel be HDP jî ew qas biyanî ye"
Davutoglu got ku di nav 12 salan de bi projeya yekîtiya neteweyî, bi pêvajoya çareseriyê ji hemû astengiyan xilas bûn, di vê maweya ku ber bi 7ê hezîranê ve diçin de dibêjin ku 'bila pêvajoya çareseriyê bê merhaleya dawîn, çek bên danîn' lê li hemberî wan eniyek hat avakirin. Davutoglu diyar kir ku dê qala 3 xusûsiyetên vê eniyê bike û wiha axivî: "Yek ev enî biyaniyê gel e. CHP çiqas biyaniyê nirxên gel be HDP jî ew qas biyanî ye. CHPyê di heyama tek partiyê de gotibû ku 'Ma Xwedê tirkî nizane, bila banga me tirkî be'. Niha jî hin kes radibin, HDP dibêje ku 'Ma Xwedê kurdî nizane?'. Navekî Xwedê El- Alim e. Xwedê her tiştê dizane jî lê tu îmana welatiyên me yên kurd nizanî. Lê dinêrin CHP, Kiliçdaroglu dipirse 'em çima bi Îsraîlê re dost nînin', di heman rojan de Hevserokê HDPyê jî dibêje ku 'Qûdis cihê Yahûdiya ye'. Yek tirkê spî ye yê din kurdê spî, ji halê me fehm nakin. Qûdis Mescîdê Eqsa ye, Mescîdê Eqsa ya me ye û dê ya me bimîne."
-"Li pişt zilma 12ê îlonê heyama tek partiyê ya CHPyê heye"
Davutoglu diyar kir ku li pişt zilma 12ê îlonê heyama tekparêz û tek partî ya CHPyê heye û wiha axivî: "Niha ew kesên dibêjin ku 'me li dijî 12ê îlonê têkoşîn da' û derdikevin hemberî birayên me yên kurd, bi heman zihniyetê dixwazin ku birayên me yên kurd ji dîroka wan, îmana wan û îrfana wan dûr bixin. Ey şarê îrfanê, şarê Wanê, gelo tu dê li îman, bawerî û çanda gelê xwe xwedî derkevî? Em ê bibêjin 'Çawa ku Selaheddînê Eyyûbî li hember xaçparêzan li ber xwe da, em ê kurd, tirk, ereb, sunî, şiî li hember empeyalîzma gerdûnî bisekinin'? Em dê li hember kesên ku dixwazin me parçe bikin bibêjin em yek in? Em dê 7ê hezîranê de dersek bidin wan na na?"
"Ji tu kesî netirsin"
Davutoglu got "Birayên min ên ku di bin tehde û terorê de newêrin ku fikrên xwe îfade bikin, bila netirsin. Bila bi merdane derkevin û li her derê fikrên xwe bibêjin. Tirkiye êdî Tirkiyeya salên 90î nîne. Çawa wê heyamê JÎTEM û dewleta kûr nekarîbe van birayên me bêhês bike niha jî tehdîda vê rêxistina terorê jî dê virayên me yên wanî, welatiyên me yên li başûrê rojhilat bêhêz neke."
Ahmet Davutoglu pirsa "HDP çi waed dike?" ji waniyan pirsî û wiha axivî: "Dibêje (heke em di 7ê hezîranê de ji bendê derbas nebin em ê dîsa terorê bînin...) Min got ku heke em di hilbijartinê de nebin paritya yekemîn ez amade me ku meqamê xwe bidim hevalekî din lê tu kesî li hember vê yekê negot ku 'Em jî dê heman tiştê bikin.' hemû di qadeke biçûk de dilîzin. CHP 'Ez ji sedi 25ê derbas nebim dibe.' MHP dibêje ku 'Heke ez dengê xwe biparêzim, dengên min kêm nebin îstifa makim.' Hevserokê Giştî yê HDPyê Demirtaş dibêje ku 'Heke ez ji bendê derbas nebim...' Ango ji sedî 10. Ev daxwazkarên ji sedî 10, 20 û 30yê gel in. Em talibê ji sedî sedê gel in. Em dixwazin ku bikevin dilê her kesê. Yek ji wan jî derneket û negot 'heke em nebin partiya yekemîn em ê dev ji vê peywirê berdin."