Nihat Kavşut
08 Gulan 2018•Rojanekirin: 09 Gulan 2018
ANKARA
Serokwezîr Yildirim ji bo daxuyaniya li Fransayê ku tê da hat diyarkirin divê ji Qur'ana Pîroz hin îfade û gotin werine derxistin wiha got: "Ev manîfestoya cehaletê ye."
Serokwezîr Bînalî Yildirim li Navenda Kongre û Çandê ya Gel ya Beştepeyê beşdarî "Merasima Vekirina Komî ya 250 Berhemên Hatine Restorekirin û Hefteya Weqfan" bû û li vir axivî.
Yildirim ji bona daxuyaniya li Fransayê ku tê da hat diyarkirin divê ji Qur'ana Pîroz hin îfade û gotin werine derxistin got ku ev manîfestoya cehaletê ye.
Serokwezîr Yildirim ji bona daxuyaniya li Fransayê li ser Qur'ana Pîroz hat dayîn destnîşan kir ku ev hereketeke bêheysiyet û bêhediyeke mezin e û wiha got: "Ti kes nikare dest bide herfeke kitêbê. Kitêb di bin parastina Xwedê da ye."
Serokwezîr Yildirim di berdewamiya xeberdana xwe da wiha got: "Heger dixwazin balê bikşînin ser komkujiya cihûyan bila vegerin û li dîroka xwe mêze bikin. Ez van însanên biçûk ku dijî Qur'anên devdirêjiyê dikin û bi eşkereyî sûcê nefretê dikin şermezar dikim."