TRABZON
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Suleyman Soylu, Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş rexne kir û got: "Demirtaş yekî wisa ye ku dixwaze civaka me ji hev biqetîne, hiqûqa di navbera birayên tirk û kurdan de rabike û mixabin ez bi xemgînî dibêjim dijminê aştiyê ye. Di demeke nêz a siyaseta me tirkan de manîplekarekî wiha derneketiye."
Soylu der heqê bûyerên ku li Sirûc, Adiyaman, Ceylanpinarê û di rojên dawîn qewimîn de daxuyanî da nûçegihana AAyê diyar kir ku tê xwestin Tirkiyeyê bikşînin nav gemara teror û tundiyê.
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Tirkiye wek girava aştî û îstiqrarê bi nav kir û wiha pê de çû: "Bi taybetî tê xwestin Tirkiyeya ku ji hêla çar aliyê dinyayê ve jî wek girava aştî û aramiyê tê qebûlkirin ji vê yekê dûr bixin. Ji bo vê yekê jî gelek rêyên ji hev cihê dikin rewacê û dixwazin zirarê bidin aramî û îstiqrara ku Tirkiye girîng dibîne."
Bûyerên ku li Sirûc, Ceylanpinar û Adiyamanê qewimîn jî di rojeva Soylu de cih girtin û ji bo wan bûyerên xemgîn axaftina xwe wiha domand: "Ev tiştekî pir eşkere ye ku ev hemû zarokên vî welatî ne, li ser wan keda hemû dê û bavan û vê axa hanê heye. Ez dixwazim bila ev yek baş bê zanîn ku ji ber mirina her kesên ku di wan bûyeran de can dan em xemgîn bûn û bi vê yekê qestî biratî û yekîtiya me kirin."
Soylu ragihand ku ji ber van bûyeran hin kesên dixwazin meseleyê bi siyasetê îstismar bikin hene û ewan rexne kir û ji bo wan jî wiha got: "Kesên ku dixwazin ji ser vê yekê jî menfaetê bi dest bixin hene. Di vê dema ku herî zêde hewcedariya miletê me bi aştî û yekîtiyê heye de mixabin Selahattîn Demirtaş û rayedarên HDPê tehrîk û derewên xwe yên heyama hilbijartinê didomînin. Dixwazin li vê derê planê xwe gav bi gav bi pêk bînin û bikin rewacê û ji ber vê jî AK Partiyê û hikûmeta me bi bê exlaqî ji xwe re dikin hedef. Ne mimkun e ku em vê yekê qebûl bikin."