Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Barack Obama ji ber êrîşa terorî ya di 20ê Tîrmehê de li Sirûcê qewimî û bû sedema mirina 32 kesan, kuştina esker û 2 polêsên ku PKKê hilda ser stûyê xwe têlefonê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kir.
Obama li ser têlefonê li ser navê DYAyê û welatiyên wê sersaxî da Serokomar Erdogan û hersê bûyerên ku qewimîn jî şermezar kir.
Ji ser malpera fermî ya Serokomariyê daxuyanî hat weşandin û hat ragihandin ku hevdîtin îşev ji ser têlefonê hat kirin. Di hevdîtinê de her du serok li ser xurtkirina têkoşîna ku li hemberî DAEŞê hê jî dewam dike sekinîn. Ji bo pêkhatina îstiqrar û ewlehiya Iraqê û dawî li şerê Sûriyeyê anîn xebatên ku tên kirin di rojeva hevdîtinê de cih girt.
Hat ragihandin ku Serokomar Erdogan û Serokê DYAyê Obama dûpat kirin ku DYA û Tirkiye li dijî hemû cureyên terorê ne.