01 Sibat 2017•Rojanekirin: 02 Sibat 2017
ŞANLIURFA
Mehkemeya Cezayên Giran a 5emîn li Ûrfayê der barê Parlamenterê Îbrahîm Ayhan de biryara "girtinê" da ku parastina wî were girtin.
Mehkemeya Cezayên Giran a 5emîn li Ûrfayê der barê Îbrahîm Ayhanê ku bi sûcê "propagandeya terorê" tê mehkemekirin û li navnîşana xwe nehat dîtin biryara "girtinê" derxist da ku parastina wî were stendin.
Di rûniştina duyemîn a mehkemeyê de parêzerên Ayhan Sevda Çelîk Ozbingol, Dîlara Înal û Farûk Bedlek amade bûn.
Parêzeran daxwaz kir ku Ayhan parlamenter e û divê bi dawetê were vexwendinî mehkemeyê.
Heyeta mehkemeyê de biryara "girtinê" der heqê Ayhan de derxist û diyar kir ku digel biryara "bizor anînê" jî li navnîşana xwe nehatiye dîtin û rûniştin texîr kir.
Ayhan ji ber "propagandeya rêxistina terorî" û "metodên rêxistina terorî yên wek şiddet, tehdîd û cebrê meşrû dike" û bi cezayê heta 5 salan tê mehkemekirin.