Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê, bi hinceta bûyerên par di 6-7ê kewçêrê de qewimîn, der heqê Serokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş de, lêpirsîn da destpêkirin.
Li gor agahiyên ku hatin hildan der heqê Demirtaş de li gor madeya "Ji gel qismek li dijî qismê din biçek kir û ew kir dijminên hevdu" a beşa 214/2an a Qanûna Cezayê ya Tirk, lêpirsîn hat vekirin.
Heke Serdozgerî der barê sûcê ku Selahattîn Demirtaş pê tê darizandin, bingeheke qanûnî tesbît bike dê rakirina "mafê destnedayîna" wî teleb bike.
Fezlekeya ew ê bê amadekirin ji Wezareta Dadê re bişînin û wezaret jî pêşkêşî Serokatiya TBMMyê bike.
Heke der heqê Demirtaş de doz bê vekirin, di vê çarçoveyê de ji bo wî 24 sal cezayê hefsê bê xwestin.
- Bûyerên di 6 û 7ê kewçêrê de qewimîn
HDPyê bi hinceta êrîşên DAEŞa rêxistina terorê yên ser Kobanê bangewazî kiribû û li ser vê bangewaziyê li 35 bajaran, çalakiyên bêdestûr hatibûn lidarxistin.
Di bûyeran de 33 kes miribûn, 2 polêsa şehîd bibûn, 221 welatî û 139 polês jî birîndar bibûn.
Herwiha di 25 avahiyên qaymeqamiyê, 67 avahiyên ewlekariyê, 29 avahiyên partiyên siyasî, 212 dibistan, hezar û 113 avahiyên din de jî xisar çêbibû. Ji bilî avahiyan hezar û 177 wesayitên taybet, şaredarî û polêsan jî zirar dîtibû.