24 Sibat 2016•Rojanekirin: 25 Sibat 2016
ÎSTANBUL
Der heqê Sebahat Tûncela parlementera HDPyê ya berê de bi îdiaya ku di axaftinên di civînên ku li navçeyên cur bi cur ên Stenbolê beşdarbû de bi awayekî eşkere pesnê PKKya rêxistina terorê daye ji ber sûcê pesindayîna sûc û sûcdarê 4 dozên cuda hatin vekirin.
Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Anadoluyê ve 4 îdianameyên cuda hatin amadekirin. Di îdianameyan de hat diyarkirin ku Tûncel di sala 2008an de li Kadikoyê beşdarî civîna ku Teşkîlata Navçeya Kadikoyê ya Partiya Civaka Demokratîk (DTP) bû û axivî , di sala 2009an de jî dîsa beşdarî vekirina buroya îrtibatê ya Pendîkê ya DTPyê bû û wir axivî.
Di îdianameyan de dan zanîn ku Sebahat Tûncelê di sala 2010an de di meha nîsanê de li Kartalê beşdarî Kongreya Asayî ya 1emîn a BDPyê bû û axivî, heman salê di meha tebaxê de jî dîsa beşdarî civîna derve ya ku BDPyê li qada Kartalê li dar xist bû û axivî.
Hat ragihandin di îdianameyan de hat parastin ku Tûncelê di axaftinên xwe de bi awayekî eşkere pesnê PKKya rêxistina terorê daye, li gor delîlên ku di çarçoveya lêpirsînê de hatin berhevkirin hat fehmkirin ku Tûncelê sûcê ku dixin sitûyê wê kiriye.
Di 4 îdianameyên cuda yên ku hatin amadekirin de ji ber sûcê pesindayîna sûc û sûcdarê hat xwestin ku ji ber her sûcê du sal cezaya hepsê bidin Tûncelê.
Îdianameyan şandin dadgehan û ev îdianame ji aliyê dadgehan ve hatin qebûlkirin, dê di rojên pêşiya me de dest bi darizandina Tûncelê bikin.