28 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 28 Cotmeh 2015
ANTALYA
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Davutoglu: "Du meqam hene ku divê em li ber hisab bidin, ji vana yek Xweda ya din jî milet e. Em ji bilî van meqaman hisab nadin kesî, ji kesî natirsin, li ber kesî serê xwe natewînin û ji tu kesî alîkariyê naxwazin."
Davutoglu di mitînga partiya xwe ya li Antalyayê de axivî.
Serokwezîr Davutoglu got: "Hedefa hemû rêxistinên terorê yên wek PKK, DAEŞ, DHKP-Cyê hikûmeta me ye, di hedefa hemûyan da Tirkiye heye. Ev partiyên ku dibêjin em ji bo Tirkiyê siyasetê dikin, îro bi zimanê rêxistina xayin diaxifin. Hikûmeta AK Partiyê wekî hedef nîşan didin; lê hedefa wan a esil Tirkiye ye."
"Gava ku em dibêjin werin em ji bo berjewendiyên welêt bibin yek, kes bi kesî ra li hev du nake; lê dijî AK Partiyê bi hêsanî milên xwe didin hev du. Gava ku behsa AK Partiyê tê kirin, qala dijminiya AK Partiyê tê kirin MHP û HDP milên xwe didin hev du. Bahçelî got 'Em bi HDPyê ra koalîsyonê çênakin' lê niha hemberî AK Partiyê dibin yek."
Serokwezîr Davutoglu êrîşa ber gara Enqerê bibîrxist û wiha axivî: "Gava ku li ber gara Enqerê êrîş çêbû, em bi cinazê welatiyên me yên birîndar ra mijûl bûn, hinên din derketin, ew hevserok, niha li vir navê wî bilêv nekim derket got 'kujer dewlet e.' Ey gafîl, vî miletî, vê 78 milyonî ev 13 salin ku dewletê dibîne. Hemû xizmetên di qada tendûristî, perwerde û yên din da dibîne. Di serdema me da dewlet û milet hat bal hev, bû yek."
Davutoglu got ku dema ku dor tê hildana berpirsiyariyê kes li hev nake; lê gava ku qala dijminatiya AK Partiyê hemû milên xwe didin hev û dijî AK PArtiyê dibine yek û wiha pê de çû:
"Gava ku em dibêjin werin em ji bo berjewendiyên welêt bibin yek, kes bi kesî ra li hev du nake; lê dijî AK Partiyê bi hêsanî milên xwe didin hev du. Gava ku behsa AK Partiyê tê kirin, qala dijminiya AK Partiyê tê kirin MHP û HDP milên xwe didin hev du. Bahçelî got 'Em bi HDPyê ra koalîsyonê çênakin' lê niha hemberî AK Partiyê dibin yek. Hedefa hemû rêxistinên terorê yên wek PKK, DAEŞ, DHKP-Cyê hikûmeta me ye, di hedefa hemûyan da Tirkiye heye. Ev partiyên ku dibêjin em ji bo Tirkiyê siyasetê dikin, îro bi zimanê rêxistina xayin diaxifin. Hikûmeta AK Partiyê wekî hedef nîşan didin; lê hedefa wan a esil Tirkiye ye."